Rêbwar Taha: Bê alîgiriyê ezê bibim parêzgarê hemû pêkhateyên Kerkûkê
Kurdistan 10:28 AM - 2024-08-11
PUKMEDIA
Rêbwar Taha, parêzgarê Kerkûkê
Parêzgarê nû hilbijartî yê Kerkûkê daxuyaniyek belav kir û tê de tekezî li ser pabendbûna xwe bi birêvebirina hemû pêkhateyên Kerkûkê û dabînkirina demeke aram, aborî û xizmetguzariya giştî bo hemû xelkê Kerkûkê kir.
Rêbwar Taha Serokê Hevpeymaniya Hêz û Îradeya Me ya Kerkûkê Şemiyê di demjimêrên dereng ên roja şemiyê 10.08.2024ê de wek parêzgarê Kerkûkê li ser pişka civaka Kurd hat hilbijartin.
Parêzgarê nû yê Kerkûkê Rêbwar Taha di daxuyaniya xwe de tekez li ser wê yekê kir, ku ji îro pê ve serdemeke nû li Kerkûkê dest pê dike, ku bê cudahî, aramî, bextewarî û xizmetkirina bi wekhevî ji hemû xelkê re bîne.
Wî pabendbûna xwe bi zêdekirina ewlehî û aramiyê, bilindkirina qalîteya xizmetguzariyê, vejandina jêrxana aborî, cihêrengkirina sektoran, û bikaranîna samanên berfereh ên Kerkûkê ji bo zêdekirina bextewariya niştecihên wê teqez kir.
Taha wiha got: "Em tekez dikin ku em ê vê helwêstê wek navgînek ji bo lihevhatina siyasî û civakî, pêşxistina hevpejirandin, hevkarî û pêşxistina biratî û pêkvejiyana di navbera hemû xelkên Kerkûkê de, bikar tînin."
Her wiha tekez li ser wê yekê jî dikin ku parêzgarê nû yê Kerkûkê bê cudahî dê nûneratiya kurd, ereb, tirkmen, mesîhî û hemû pêkhateyên Kerkûkê bike û xizmeta hemû pêkhateyên Kerkûkê bike.
Hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê di 18ê Kanûna 2023ê de hatin kirin û Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye, ku ji aliyê hevpeymaniya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Komunîst a Kurdistanê ve hatiye avakirin, wek hêza siyasî ya sereke li Kerkûkê derket pêş. Bi giştî 157 hezar û 639 deng, ku %43 ji dengan bi dest xistiye, bi rêjeya herî zêde ya dengan li parêzgehê bi dest xistiye. Her wiha hevbendiyê 5 kursî bi dest xistin û serweriya xwe li ser hemû civakên parêzgehê ava kir.
Jînenîgarî:
Rêbwar Taha di sala 1981ê de li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye û xwendina xwe ya seretayî û amadeyî li wê derê qedandiye. Ew xwediyê bawernameya Bakaliyorûse di warê Perwerdehiya Zimanê Îngilîzî de û di warê Hiqûqê de heye. Ji dema azadkirina Iraqê heta sala 2014an, wî bi giranî da ser mijarên girêdayî ewlehî û têkoşîna dijî terorê. Di sala 2014ê de bo ekem car bû endamê Parlamentoya Iraqê û weke endamê Komîteya Teqlîdiyê kar kir.
Taha piştî referandom û bûyerên 16ê Cotmeha îsal di parastina can û malên xelkê Kerkûkê de roleke sereke lîst. Her wiha cîgirê serokê Komîteya Petrol û Enerjiyê bû.
Herwiha cîgirê projesaziya rêziknameya parlamentoya Iraqê bû.
Di heyama karkirina xulên sêyem û çarem ên Parlamentoya Iraqê de, bi tundî doza xem û mafên rewa yên gelê Kurd û bajarê Kerkûkê kir.
Di kongreyên çarem û pêncemîn ên YNKê de ji bo endamtiya Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat hilbijartin. Ew bi awayekî aktîf beşdarî gelek konferans, kurs û komxebatên siyasî yên navneteweyî bû ku li ser mijarên rêveberî û parlamentoyê ne.
Di sala 2023an de wek serokê pHevpeyîmaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de namzed bû û wek endamê encumena parêzgeha Kerkûkê hat hilbijartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

