Şînyar Enwer : YNKê hêza Gel e û bê alternatîve

Kurdistan 11:53 PM - 2024-08-10
Şinyar Enwer, berbijarê YNKê PUKMEDIA

Şinyar Enwer, berbijarê YNKê

YNK Hilbijartin

Şînyar Enwer namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye ji bo civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê  û got:“Ti hêz nikare bibe alternatîva YNK’ê û min biryar daye ku li gel YNK’ê ji bo guhertinan kar bikim ji ber ku ev partiye berdevkê her deng û rengê ku xewna welatekî dewlemend û azad dibîne.

Ez ê li gel YNKê ji bo guhertinê bixebitim
Namzedê Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê Şinyar Enwer di peyameke vîdyoyî de dibêje: “YNK ne tenê mala kadro û endamên xwe ye, belkî dengbêjek e ji bo her deng û rengê ku xewna welatekî geş û azad ku her kes lê bijî, hizir bike û nûjeniyê lê bike.
Min biryar da ku li gel YNKê ji bo guhertinê kar bikim
Min biryar da ku ji bo guhertinê ligel YNKê kar bikim.Bi hezaran kes dengê hatin dizîn û kirin rûpela çend kesan û ev yek jî îsbat kir ku ti hêz nikare bibe alternatîfa YNKê, ji ber ku bêyî YNKê dîktatorî pêş dikeve û mûçeyên karmend, xanenişîn û xwendekar bêçare dimînin.” 
YNK bihêztirîn peyvdarê guhertinê ye

Namzedê YNKê yê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibêje:“Tenê YNK bû ku li şûna ku xwepêşandanan bitepisîne, ji bo cîbicîkirina daxwazên wan kar kir, nemaze di sê salên borî de, YNKê rêya piştgiriya  xwepêşandanan girtiye, vê carê jî YNKê bi serdikeve û dibe pirranî.

YNK li gel gel û mûçegiran e, ne li dijî wan e û ligel Kurdan e.YNK baştirîn û bihêztirîn peyvdarê guhertinê ye û hêja ye ku derfet bê dayîn ku bibe piraniyek û serweriya tevahiya Kurdistanê bike.”Got


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket