Komisyonê tîropişk bo hejmara partî û namzedan dike

Kurdistan 02:49 PM - 2024-08-09
Parleman û logoya Komisyonê PUKMEDIA

Parleman û logoya Komisyonê

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Sibe roja şemiyê li bajarê Hewlêrê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Êraqê tîropişk bo  hejmara partî, hevpeymanî û namzedên takekesî yên beşdar di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku biryar e di 20.10.2024 de bê lidarxistin, birêve diçe.

Komîsyonê di daxuyaniyekê de ragihand: Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo hilbijartinên 2024’an ên Herêma Kurdistanê û Êraqê, tîropişk bo hejmara hevpeymanî, partî û namzedên takekesî yên ku beşdarî hilbijartinên 2024’an ên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de hat kirin.

Komîsyonê da zanîn ku tîropişk dê roja şemiyê 10/8/2024ê li otêla navnetewî ya Hewlêrê saet 10ê sibê were kirin.

Komisyonê her weha ragihand ku di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de 139 lîsteyên hilbijartinan beşdar in ku ji wan 2 hevpeymanî, 13 partî û 124 namzedên takekesî hene.
Hejmara namzedên giştî yên takekesî 85 kes û hejmara namzedên pêkhateyan jî 39 kes in, ku 19 namzedên mesîhî bi vî awayî hatine dabeşkirin: Hewlêr 7, Silêmaniyê 4, Duhok 8 namzed û 20 namzedên tirkmen jî bi vî awayî hatine belavkirin: Hewlêr 14, Silêmanî 6 namzed.

Di 26ê Hezîrana 2024ê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê biryara pêncem derxist û tê de, di rûniştina xwe ya şeşan de, roja nû ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, piştî ku berî niha 4 biryarên bi vî rengî dabûn, lê hilbijartin hatibûn paşxistin û di rojên diyarkirî de pêk nayên.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku roja 20.10.2024ê weke roja lidarxistina hilbijartinên şeşemîn civîna Parlamentoya Kurdistanê were destnîşankirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket