Divê berpirsyarên karesata Êzidiyan bên darizandin
Kurdistan 05:13 PM - 2024-08-03
Arşîv
Koçkirina Êzdiyan
Endamekî Serkirdatiya YNKê ragihand, piştî 10 salan ji biryara Parlamentoya Kurdistanê ya derbarê tawana Şingalê û yasaya derbarê jinên rizgarbûyî yên Şingalê de ku ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hatibû derxistin, weke ku tê xwestin nehate cîbicîkirin u got:“Hikûmetê cîbicîkirina wan îhmal kiriye û divê berpirsên vê karesatê bên dadgehkirin.’’
Divê sûcê qirkirina Êzidiyan bi çalakiyan bê telafîkirin
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Salar Mehmûd ji PUKMEDIA re wiha got: "YNKê ji bo naskirina tawana jenosîda li dijî êzdiyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê hewlên cidî daye, lê ji bo ku xemsariya partî û kesayetên din were qerebûkirin, pêwîst e lêkolînek cidî were kirin."
Salar Mehmûd got:’’ Di Parlamentoya Iraqê de, YNKê di derxistina yasaya jinên rizgarbûyî yên Şingalê de rolek aktîf lîst û li parlamentoya Kurdistanê jî baştirîn gav ji bo dermankirina birînên êzdiyan, cîbicîkirina biryarên yasayî da û her wiha hewldana naskirina jenosîda Êzdiyan e li Dadgeha Laheyê."
Encama komîteya parlamentoyê nayê zanîn
Piştî 50 rojan, Parlamentoya Kurdistanê komîteyeke demkî ya 11 kesî ji bo lêkolîna li ser naskirina tawanên li dijî civakan weke jenosîd pêk anî, lê piştî 10 salan, heta niha jî lêjneya demkî ti encam negirtiye.
Biryara parlementoya Kurdistanê ji bo damezrandina komîtê li gor bendên (47, 48, 49 û 50) yên rêziknameya parlamentoya Kurdistanê bû ya jimara (1) a sala 1992ê, bi guhertinê û li gor rûniştina asayî ya hejmar (2) ya parlementoya Kurdistan-Iraq di 23/9/2014 de, biryar hat dayîn ku komîte were avakirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê xemsarî kiriye
Parlamenterê rûniştina borî ya Parlamentoya Kurdistanê Salar Mehmûd jî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê cîbicîkirina biryara Parlamentoya Kurdistanê îhmal kir, guh neda naveroka biryarê dema ku dikaribû xemsariya vê karesatê bîne pêşberî dadgehê.
‘’Şengal ji aliyê partiyekê ve hat terikandin û gelê wê rastî sûcên curbecur hatin, lewma erkê hikûmet û partiyan e ku xemsariyê bibînin û wan derxin pêşberî dadgehê.Divê civaka navdewletî ji bo vê karesatê dadgeheke navdewletî ava bike, ji ber ku komkujiya li ser Êzidiyan tawaneke navdewletî ye û divê di asta navdewletî de weke jenosîd bê naskirin." Salar Mehmûd got.
Di 3’ê Tebaxa 2024’an de çeteyên DAIŞ’ê Şengal dagir kirin,li gorî çavkaniyên nefermî, terorîstan zêdetirî 3200 Kurdên Êzidî komkuj kirin û nêzîkî 7 hezar êzdî ku piraniya wan keç, jin û zarok in, piştî 10 salan hîn winda ne û venegeriyane nav malbatên xwe , ji bilî ku taxa wan a Şengalê ku piştî şer wêran bûye.
Bi wê karesata mezin a ku bi serê Êzdiyan de hat, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) weke yekane partiya Kurdistanî ku rê li ber vê tawanê girt, 111 şehîd dane, hinek alî jî bê parastin reviyan û ev karesat bi serê Êzdiyan de çêkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

