Yekîtî 111 şehîd di berevanîkirina li Şengalê de bexşî

Kurdistan 02:20 PM - 2024-08-03
Awarebûna Akincîyên Şengalê Arşîf

Awarebûna Akincîyên Şengalê

10 Sal bi ser jenosîda Êzîdiyan li ser destê terorîstên DAIŞ`ê derbaz dibin, ku Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê bi bexşîna xwîna 111 şehîdên berevanîkirin li qezaya Şengalê kir, daku ew nekeve jêr destê terorîstan, lê hêzên PDK`ê bi bê agahdarkirin Êzîdiyên ew qeza çol kir û reviyan, cîgirê melbenda Neynewa yê Yekîtî Nîştimanî ya kurdistanê dibêje: Bi reva hêzên PDK`ê ji Zûmar, Şengal radestî terorîstan hate kirin.

Serok Bafil: Yekîtî hewlên ji bo avakirina Şengalê û vegera Êzîdiyan dide

Bafil Celal Talebanî, serokê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê di salvegera Êzîdiyan de ragihand ku Yekîtî bi coşeke mezin hewlan ji bo avadanekirina Şengal û vegera Êzîdiyan ji bo cih û warên xwe yên resen dide, her weha tekez li ser zêdekirina hewlan dide ji bo gerana li dîv ew kesên ku heya niha çarenivîsa wan ne daiyr in, û dixwaze dûr ji diruşm û têkelkirina jiyana Êzîdiyan bi hevrikiyên siyasî, kar ji bo parastina mafên wan bike û parêzgarê rasteqîne yê wê pêkhateya girîng ya Kurdistanê be, ku beşek girîng ya pir rengiya Kurdistanê pêk tîne û dîrokeke dûr û dirêj di kûrkirina pêkeve jiyanê û xebat ji bo axa me tomar kirine.

Hêzên PDK`ê reviyan

Pêşmergeyên Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê  bervanî kirin, lê hêzên Partî Demokratê Kurdistanê ji Zûmar û Şengalê reviyan.

Şêx Salih Gergerî cîgirê melvenda 7 ya Neynewa ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê bi PUKMEDIA ragihand ku di demekê de ku pêşmergeyên Yekîtî roja 2ê Tebax ya sala 2014 an li gundê Qesrîçê ku dikeve pêş Zûmar berevanî dikirin, lê hêzên PDK`ê ku li Zûmar bûn reviyan û Zûmar radestî DAIŞ`ê kirin, bi heman awayî roja 3ê tebaxa sala 2014 an pêşmergeyên PDK`ê bi bê agahdarkirina xelkê Şengalê ew bajar çol kirin û Êzîdî ji bilî çiyayê Şengalê çi cihekî wan a din ji bo ku têde bimînin nema.

Şêx Salih Gerherî got: Piştî ku hêzên PDK`ê reviyan, li Zûmar û Şengalê wan berevanî kirin û 111 şehîd bexşîn ji bo parastina Êzîdiyan, her weha lîwaya 111 ya hêzên 70`ê bû ku xelkê bajarê me berbi çiyayê Şengalê çûn û me dikarî piştîneyeke ewlekariyê ya bi hêz li derdora çiya dirust bikin ji bo parastina Êzîdiyan, ev jî wesa kir ku zêdetirî 300 hezar Êzîdî bên rizgar kirin.

Roja 3ê Tebaxê Şengal hat dagîrkirin

Roja 3ê Tebaxa sala 2014 an terorîstên DAIŞ`ê hêriş kirin ser qezaya Şengalê û piştî şer û pevçûnên di navbera terorîstan û beşek ji Pêşmergeyan de, ew qeza ji aliyê DAIŞê ve hat dagîrkirin, piştre beşek ji welatiyên deverê ku piraniya wan Êzîdî bûn, ji tirsa karên hovane yên terorîstan berê xwe dan Şengalê û beşek din jî ketin destê terorîstên DAIŞ`ê.

Yekîtî 111 şehîd bexşî Şengalê

Yekîtî 111 şehîd bexşî Şengalê , lê PDK`ê 11 hezar pêşmergeyên wan ji Şengalê reviyan


Xeyas Sûrçî , kargêrê melbenda Mûsil yê Yekîtî bo malpera fermî yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand ku pêşmergeyên Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê bi hêzeke kêm ku li Şengalê bûn, dikarî berevaniyeke baş li dagîrkirina wê qezayê bike, lê PDK`ê digel wê yekê ku zêdetirî  11 hezar pêşmergeyên wan li Şengal û derdora wê hebûn reviyan û rewşeke nexweş ji bo Êzîdiyan dirust kirin.


Xeyas Sûrçî got: Di yekem roja dagîrkirina Şengalê de komîteya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê bi xwîna 4 pêşmergeyan hat dagîrkirin, hevdem di berevanîkirina çiyayê Şengalê de û heya azadkirina wê Yekîtî 111 şehîd dan, ev yek di demekê de ye ku çendîn hêzên din hebûn lê tenê direviyan.

Yekîtî avakerê mafên Êzîdiyan bû

Pêştir li ser destê serok Mam Celal û niha jî serok Bafil, Yekîtî hevkar û piştevanê mafên Êzîdiyan bû û ji bo vê jî piştevaniya her hewlekê dike ku komkujiya Êzîdiyan bi cenosîd bê naskirin.

Ronzî Ziyad endamê firaksyona Yekîtî li civata nûnerên Êraqê bo malpera fermî ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand ku hertimî Yekîtî destpêşxer bûye di bidestxistina mafên Êzîdiyan de, di wê çarçoveyê de jî li navxwe û derve hewlên cidî daye daku komkujiya Êzîdiyan bi cenosîd bide naskirin.

Ronzî Ziyad got: Bi cenosîdkirina nasandina komkujiya Êzîdiyan di hikûmeta berê ya Êraqê û tapokirina zevî û zar û mulk û malên Êzîdiyan li Şengalê û bi cenosîd nasandina komkujiya Êzîdiyan li cîhanê di hewlên Yekîtî de ne ji bo bi destxistina mafên Êzîdiyan.

Wê endamê firaksyona Yekîtî aşkere kir ku pêştir li ser destê serok Mam Celal û niha jî bi hewla Bafil Celal Talebanî serokê ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê  berdewam hevkar û piştevaniya Êzîdiyan hatiye kirin, lê hindek alî hene ku ji bo berjewendiyên xwe Êzîdiyan di hevrikiyên siyasî de bi kar tînin û rêgiriyê li vegera awareyan dikin.

Mekteba Siyasî: Reva PDK`ê kêmtirîn derfet ji bo berevaniyê hêla

Mekteba siyasî ya ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê  di 10 ehemîn salvegera cenosîda Êzîdiyan de ragihand ku rev û kêmtirxemiya hêzên PDKê ya desthilatdar kêmtirîn derfet ji bo berevanî û parastina Êzîdiyan hêla, Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê di destpêka karesatê de tevî dûrbûn û astengiyên li hemberî wê, bi hêzeke cewherî û kêm şan bi şanê rêxistinên xwe li deverê hêleke berevaniyê bo beşek ji aware û lêqewmayan dirsut kir ji bo parastin û rizgarkirina wan.

Di peyama mekteba siyasî de hatiye: Tekez li ser parastina nasnameya Êzîdiyan wek pêkhateyeke resen û zindî ya Kurdistanê û dabînkirina jiyeneke bi rûmet û hêjayî ji bo wan dikin.

Gelek Êzîdî venegeriyane cih û warên xwe

Li gor çavkaniyeke ne  fermi, terorîstan zêdetirî 3200 Kurdên Êzîdî kuştine û nêzîkî 7 hezar Êzîdî jî revandine, ku piraniya wan keç û jin û zarok bûne, piştî 10 salan hîna hejmarek ji wan çarenivîsa wan ne diyar in û venegeriyane nav malbatên xwe, ji bilî vê jî li qezaya Şengalê cihên wan yên akincîbûnê nîne û wêraniyên piştî cengê jî hîna mane û rê nayê dayîn tevaya awareyên Êzîdî vegerin cih û warên xwe û heya niha beşek ji wan li kampên herêma Kurdistanê jiyan dikin.

Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê  bi wê hejmara kêm  pêşmergeyên wan di dema dagîrkirina Şengalê de hebûn, dikarî berevaniyeke bê wêne ji bo rêgirîkirin li dagîrkirina wê qezayê bike di demekê de ku PDK`ê bi 11 hezar (Pêşmerge û hêzên ewlekariyê ji hêzên Zêrevan,Leşkerên Gulan, Fermandeya Duhokê,Hêza Asayîşa Duhokê her weha hêzên 80 li Şengalê) hebûn lê reviyan, lê Yekîtî berevanî kir û 111 şehîd bexşî.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket