Omêd Biroşî: Cezakirina rojnamegeran bi senaryoyên cuda berdewam dike
Kurdistan 08:56 PM - 2024-07-29
PUKMEDIA
Omêd Biroşkî
Îro Duşemê dadgeha Duhokê biryara 3 sal zîndan da girtîgehekî tevî ku ev 300
roj in di girtîgehê de, rojnamevakî ku li Duhokê rûniştiye dibêje: Li Duhokê bi
hincetên ku ti eleqeyên xwe bi rojnamevaniyê re nînin rojnamevan tên cezakirin.
Zexta siyasî li ser rojnamevanên BadînanÎro 29.07.2024ê, dadgeha Duhokê biryara sê sal zîndanê da rojnamevan Silêman Ehmed tevî ku ev 300 rojin girtî ye.
Rojnameger Omêd Broşkî di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re derbarê dosya girtina rojnamevanan de got: Desthilatdariya Duhokê bi çêkirina senaryoyên curbecur rojnamevanan digre û di çarçoveya yasayî de wan ceza dike wek ku em girtin û dozên derew li me kirin û bi rêya wan em hatin darizandin û cezakirin.
Wî her wiha got rojnamegerên Badînan ji ber weşandina karên xwe yên rojnamevaniyê rastî destdirêjiyên siyasî tên ew bi sîxuriyê tên tohmetbarkirin û bi awayekî yasayî tên cezakirin. Tişta ku li ser rojnamevan Silêman Ehmed hatiye kirin heman rewş e ku rojnamevanên Badînan her tim rûbirûyê wê dibin, ji ber ku ew bi sîxuriyê û têkdana aramiyê tê tometbarkirin.
Broşkî: Me baweriya xwe bi dadgehên Hewlêr û Duhokê winda kiriye
Rojnamevan Omîd Broşkî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî re diyar kir ku, êdî baweriya me bi dadgehên Hewlêr û Duhokê nemaye.
Biroşkî bang li civaka navdewletî kir ku zextê li hikûmeta herêmê bike û rê nede girtin û cezakirina rojnamevanan bi tawanên bêbingeh.
Raporên navneteweyî paşveçûna azadiya çapemeniyê li herêmê piştrast kirPiştî ku di 25ê Cotmeha 2023an de ji Rojavayê Kurdistanê vegeriya herêmê, asayişa bendera Fiş Xabûr rojnamevan Silêman Ehmed girt û parêzerê berevaniyê jî piştrast kir ku Silêman Ehmed bi eslê xwe xelkê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye û bi awayekî yasayî derbasî Herêma Kurdistanê bûye û li wir îqameya xwe yê fermî heye.
Li gor raporta Rêxistina Peyamnêran a Mafên Rojnamevanan, di nîvê sala 2024an de herî zêde li parêzgeha Hewlêrê û Duhokê di rêza duyem de tunûtûjî li dijî rojnamevanan hatiye tomarkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

