Serok: Iraq îro aram e û piştgirîya maf û prensîbên mirovan dike
Îraq 06:11 PM - 2024-07-23
Serokatiya Komara Iraqê
Civîna Serok û çend şandên navdewletî
Cenabê Serokkomarê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd dupat kir ku Iraq hewil dide ku peywendiyên xwe bi awayekî erênî bi welatên curbicur ên cîhanê re pêş bixe, li ser bingeha aramiya ku li ser astên ewlekarî, siyasî û aborî tê dîtin.
îro Sêşemê 23.07.2024, li Koşka Bexdayê, di dema pêşwaziya Balyoza Federal a Almanya, Christine Hohmann, Karmendê Karûbarên Keyaniya Holenda, Laetitia van Assche, û Berpirsiyarê Balyozxaneya Kanada Marie-Thérèse Hilal Kanadayê , tevî şêwirmendê siyasî yê Balyozxaneya Brîtanya, Angus Clarkson kir.
Serokkomar amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmeta Iraqê kar li ser pêşxistina pilanên berfireh bo nûjenkirin û karkirina kargeh û laboratuwaran dike û ji bo vejandina sermayedaran, ji ber ku derfetên wekhev û hêvîdar ji bo kompanyayan hene ku bi rêya pirojeyên girîng û geşepêdanê li Iraqê veberhênan bikin, bi taybetî ku li Iraq îro îstiqrara siyasî, ewlehî û aborî heye.
Cenabê Serok her wiha hewlên Iraqê di warê rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jin û zarokan, dîtina çareserî ji bo pirsgirêkên penaberan, piştgiriya mafên mirovan bi giştî û rêyên aktîvkirina hevkariyên navdewletî yên hevbeş di vî warî de teqez kir û nîşan da ku Iraq bi xeme û piştgiriyê dide eşkere bo mafên mirovan û prensîbên wan wek bingeh ji bo yasayên xwe û rêxistina karê civatî dipejirîne, ku hemû gilî û gazincên di vî warî de ji bo Serokatîya Komarê û dezgehên peywendîdar tên.
Li hember de jî nunerên nûneratiyên dîplomatîk kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên li Iraqê diyar kirin û Serokê welatên wan piştgîriya aramiya Iraqê û berfireh kirina asoyên hevkariyên bi Iraqê re di warên curbicur de tekez kirin.
Hevkarî û hevrêzî ji bo rûbirûbûna belaya narkotîkê
Îro sêşemê cenabê Serokkomar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd pêşwaziya Wezîrê navxwe û şaredariyên Libnanê dadwer Besam Mewlewî û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de beşdariya welatên dost û bira di duyemîn konfransa navnetewî ya rûbirûbûna madeyên hişber li Bexdayê hate nirxandin û cenabê Serok tekezî li ser giringiya hemahengî û hevkariya hevbeş ji bo rûbirûbûna belaya madeyên hişber ku gefê li ewlehî , asayîşê, aramiya welatan û pêşeroja zarokên wan dike.
Serok balkişand li ser peywendiyên dîrokî yên kûr ku her du welatên bira bi hev ve girê dide û tekez li ser piştgiriya Iraqê ji bo Lubnanê di warên curbicur de kir û tekez li ser yekdengkirina hewlên ji bo rûbirûbûna kêşeyên navçeyê û berfirekirina hevkarî û hevahengiya navbera welatan li ser mijar û berjewendiyn hevbeş kirk u bi awayekî ku bigihîje berjewendî û daxwazên wan di yekkirina aramî û aştiyê de.
Cenabê wî bal kişand ser pirsa Filistînê û balkişand li ser yekkirina helwesta navneteweyî û hewldana ji bo rawestandina destdirêjiya li dijî gelê Filistînê li zîvala Gazayê û piştgirî ji hewlên ji bo sivikkirina rewşa mirovî, rawestandina têkçûna aborî û dabînkirina bingehîn xizmetên ji bo sivîlan kir, bal kişand ser pêwîstiya dîtina çareseriyeke adil ji bo pirsgirêka Filistînê bi awayekî ku aramiya li herêmê bi giştî baş bibe.
Ji aliyê xwe ve, Besam Mewlewî spasiya helwestên Iraqê li hember birayên xwe yên li Lubnanê û mazûvaniya Bexdayê ya duyemîn konferansa têkoşîna dijî narkotîkê kir û xema welatê xwe ji bo bihêzkirina hevkariyên hevbeş ligel Iraqê di warên ewlehî û istixbaratî de nîşan da, bi awayekî ku di berjewendiya herdu welatên bira û gelên wan da be.
Serkeftî di Şampiyoniya Dijî Qaçaxçîtiya Mirovan de pileya yekem distîne
Îro cenabê Serokkomar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd jî pêşwaziya lîwa Mistefa Reda El-Yasirî kir ku pileya yekem di şampiyoniya dijî qaçaxçîtiya mirovan de ku ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve li Washingtonê hat lidarxistin, bi dest xist ku salane bi beşdariya gelek welatan ji wan Iraq tê lidarxistin.
Birêz Serok destxweşî li hewlên lîwa El-Yasirî kir, ku bi destxistina pileya yekem di nav 188 welatên beşdar de, tekezî li ser berdewamiya vê hewldanê kir bi awayekî ku navê Iraqê di civînên navdewletî de bilind bike û hêviya serkeftinê ji bo erkên wan yên kar û pêk anîna vê serketinê di xebata dabînkirina ewlehî û aramiyê li welat xwest.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

