Civata Nûneran dîsa dest bi rûniştinên xwe kir
Îraq 04:06 PM - 2024-07-20
PUKMEDIA
Avahiya Encûmena Nûnerên Iraqê
Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê ragihand, civîna nû ya yasayî ya parlamentoya Iraqê dest pê kir û tê çaverêkirin di heyama îsal de serokê nû were hilbijartin û got:“Çend qanûnên girîng ji bo Kurdan hene ku divê di vê demsalê de deng li ser bê dayîn.’’
Xwendina yekem û duyemîn dê li ser çend qanûnan were kirinParlamentoya Iraqê roja şemiyê 20ê Tîrmeha 2024ê careke din dest bi civînên xwe kir, li gorî rojeva yekem xwendina proje yasayên dezgeha şehîdan , geştên asmanî yên navbera Iraq û Azerbaycanê , xwendina duyem jî yasayên dezgeha îstixbarata niştimanî û yasaya pasaportan e.
Divê serokekî nû bê hilbijartin
Divê parlamentoya Iraqê di rûniştina nû ya yasayî de serokê nû hilbijêre, partiyên Sunnî hatine agahdarkirin.
Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Karwan Yarweys ji PUKMEDIA re ragihand:“Divê parlamento di vê demsalê de serokê nû yê parlamentoyê hilbijêre û partiyên sunnî jî di vê hefteyê de serokê nû destnîşan bikin.’’
“Çend proje yasayên giring ji bo kurdan hene ku divê di civînên bê de deng li ser bê dayîn, wek temamkirina parêzgariya Helebce, betalkirina biryarên dadgeha Sawra, dengdana li ser yasaya îstixbarata Iraqê û çend proje yasayên din ên giring.’’ Karwan Yarweys got.
Paşxistina bihênvedana parlamentoyê de destnîşankirina serokê nû pêk nehat
Tevî ku biryar bû parlamento roja 9ê Gulana 2024ê bêhnvedana yasayî bikira, lê ji ber biryara Dadgeha Federalî ya pesendkirina bûdceya sala 2024ê û hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê, bihênvedana parlamentoyê mehekê hat paşxistin. Di vê heyamê de helbijartina serokê nû yê civata nûneran ne pêkan bû, ji ber ku aliyê Sunne negihiştin rêkeftinekê û heta niha jî ew post di bin kontrola cîgirê yekem de ye.
Parlamentoya Iraqê di 9ê Hezîranê de li bêhnvedana yasayî de bûn. Ji Şemî ve, 20 Tîrmeh, 2024’an, piştî bêhnvedanê yekem Parlamentoyê civîna xwe ji nû ve dest pê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

