Pêşmergeyên wehmî û bindîwar pirsgirêk di mûçe de çêkirine
Kurdistan 01:29 PM - 2024-07-18
PUKMEDIA
Pêşmergeyên Kurdistan
Endamekî komîteya darayî ya Encûmena Nûnerên Êraqê ragihand:
Di lîsteya mûçeyên Wezareta pêşmerge de zêdetirî 23 hezar pêşmergeyên bindîwar,
sexte û biyanî hene û ev jî bûye sedema paşxistina mûçeyên wan ji aliyê hikûmeta Federal ve. Hêzên 70 di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku di
nava hêzên me de ti pêşmergeyên sexte, bindîwar û biyanî nînin û ji ber agahî
û zanyariyên ne zelal em amade nîn mûçeyên hêzên xwe paşde bixin û eger pêwîst
bike emê lîsteya mûçeyan rasterast ji hikûmeta federal re bişînin.
Cîgirê serokê komîteya pêşmerge di xula pêncem yê
parlemana kurdistanê amaje bi wê kir ku: Li ser navê piraniya parlementeran rê
li me dihate girtin û astengkirin ku lîsteya mûçeyê hêzên Pêşmerge were
çaksazîkirin, lê hêzên 70 jî di vê çaksaziyê de piştevaniya me kirin.
Gaveke baş û yasayî
Nûnerê komîteya darayî li Civata Nûneran Soran Omer ji PUKMEDIA re ragihand: Pêngava hêza 70 ya ji bo şandina mûçeyên endamên xwe yên ji hêzên pêşmerge ji wezareta darayî ya hikûmeta Federalî re biryareke başe û pêngavek yasayî ye ku bi biryara dadgeha federalî re hevaheng e.
Got jî: Li gor biryara dadgeha federalî her dezgehek dikare lîsta mûçeyên fermanberên xwe bişîne bêyî ku vegere hikûmeta herêma Kurdistanê û mûçeyê karmendan li bankên hikûmetê tê danan û mûçeyên wan bi berdewamî û bê derengxistin tên dayîn.
Navên wehmî
Sîrwan Omer dibêje: Sedema paşxistina mûçeyên pêşmerge û hêzên ewlekariyê ne şandina navên endamên asayîşê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bo hikûmeta federal bû û lêkolîna lîsteyan heta niha berdewam e.
Got jî: Li gor raporta Dezgeha Çavdêrîya Darayî ya Federalî, di mûçeyên endamên hêzên ewlekarîyê de navên kesên wehmî û navên dubare hene û li gor raporta tenê di Wezareta Pêşmerge de nêzîkî 23 hezar navên dubare û navên wehmî hene ji bilî hebûna hêzên ne Êraqî.
Hewl tên dayîn ku pirsgirêkê çareser bikin
Cîgirê serokê komîteya Pêşmergeyên Kurdistanê Osman Kerîm Siware di civîna berê ya Parlamentoya Kurdistanê de ji PUKMEDIA re ragihand: Me di rûniştina borî ya Parlamena Kurdistanê de gelek hewl da ku pirsa navên ducarî û biyaniyan di lîsteyên wezareta pêşmerge de çareser bikin lê mixabin fireksiyoneke din li hember van hewldanan rawestiya.
Got jî: Li herêma Kurdistanê gelek ciwan û zarokên şehîdan hene ku bên erkdarkirin û ev yek ji bo me baştir e, li şûna xerckirina pereyan ji bo hêzên wehmî, biyaniyan û hêja.
Di nava refên hêzên Yekîtiya Niştimanî de kesekî wehmî nîne
Osman Kerîm Siware dibêje: Me li Parlemana Kurdistanê
gelek serdan bo serkirdayetiya hêzên 70 û hêzên din ên ser bi Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê kirine û me ti pêşbînî li ser wan hêzan nedît û serkirdeyatiyê
navên endamên xwe dane me û ji bo pişkinîna lîsteyan bi temamî amade bû, û me
ti navên wehmî û xeyalî û biyanî di nav de nedîtin û em dikarin piştrast bikin
ku di nav yekîtî de ti hêzek wehmî tine ye.
Got jî: Me serdana Hêza 80 jî kir, lê mixabin bersiva wan
ne di asta pêwîst de bû û ew zanyariyên ku me dixwest em bibînin ji me re
eşkere nekirin, pêwîstiya me bi yekkirina hêzên pêşmerge heye û ldivê îsteyên
mûçeyên wan ji navên sexte û biyanî bêne paqijkirin.
Daxuyaniya Fermandariya Hêzên 70
Ji aliyê xwe ve fermandeyê hêza
70ê daxuyaniyek derbarê mûçeyên hêzên Pêşmerge û rêyên paşxistina wan weke
mehên borî belav kir û tê de tekez kir ku ew amade ne ji bo hewlên
bidestveanîna destkeft û mafên hêza Pêşmerge di dema xwe de heta ku bighîne
şandina lîsteyên hêzên 70 rasterast ji bo Wezareta darayiya federal û ev nivîsa
daxuyaniyê ye:
Xerckirina mûçeyên mehên Gulan û
Hezîranê ji bo hêzên ewlehî û hêzên Pêşmerge wek sûdmendiya darayî ya mehane li
beramber erkê parastina Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna metirsiyên terorîstan li
Êraqê, cihê kêfxweşiyê ye û dê bibe alîkar ji bo handana Pêşmerge bo
cîbicîkirina erkên xwe di xizmetkirina welat de.
Em hêvîdar in ku êdî di navbera
wezaretên darayî yên herêma Kurdistan û Êraqê de astengî li pêşiya vê proseyê
dernekevin.
Bi vê boneyê em di serkirdayetiya
Hêzên 70 ya Pêşmergeyên Kurdistanê de ji her kesî re radigihînin ku di nav
hêzên serkirdayetiya me de ti navek ku neteweya welatekî din ji bilî neteweya Êraqî
hebe û navekî wehmî tune ne, bi taybetî piştî bidawîbûna pêvajoya tomarkirina
biyometrîk.
Ji ber vê yekê em bi zelalî
radigihînin ku em amade ne lîsteya mûçeyan bi navên pêşmergeyên xwe bi tevahî
agahî û belgeyên pêwîst ji bo mûçeyên meha Tîrmehê pêşkêşî bikin û êdî em ne amade
ne mûçe û debara jiyana malbatên Pêşmerge dîl bikin ber agahî û daneyên nezelal
ku ti pêwendiya wan bi hêzên me re nîne. Ger wezareta darayî ya Federal
lîsteyên me rasterast bibe jî, me hemû amadekariyên şandina wan kirine û gumana
me ji rastbûna agahî û daneyên me nîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
Rewşa koçberên li Kobanê ne aram e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye
10:18 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01






Aplîkêşin

