H.Kemal Axa: Sinor derbazkirin, binpêkirina serweriyê ye
Kurdistan 11:02 AM - 2024-07-16
PUKMEDIA
Herêm Kemal Axa
Serokê firaksyona Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê li civata
nûberên Êraqê, tekez kir ku, êdî çi pirsgirêkek hûnerî nemaye ji bo şandina
mûçeyên Pêşmerge û hêzên ewlekariya herêmê,got jî: Pêwîste valatiyên ewlekariyê
li deverên qutkirî bên tejîkirin, û daxwaz ji hikûmeta fedral kir ku rêgiriyê
li binpêkirina serweriya Êraqê bike ku ji aliyê welatên hevsê ve tên kirin.
Çareserkirina pirsgirêka hêzên ewlekariyê
Herêm Kemal Axa; Serokê firaksyona Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê li civata nûberên Êraqê di hevpeyvînekê de digel malpera fermî yê Yekîtî Nîştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand ku dîwana çavdêriyê li herêm û Bexdayê hûrbînî di lîsta mûçeyên hêzên ewlekariyê de bi dawî kiriye û êdî çi pirsgirêkek hûnerî ne maye di ve derbarê de, û di vê hefteyê de mûçeyên heyvên Gulan û Hizêranê yên Pêşmerge û hêzên ewlekariya herêma Kurdistanê dê bên şandin, got jî: Me wek firaksyona Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê hertimî hewl da ku van pirsgirêkan bi awayekî bingehîn çareser bikin daku bi behaneyên cûr bi cûr neyên dubarekirin.
Derbarê sedema dubare paşdaxistina şandina mûçeyên herêmê
bi taybet yên Pêşmerge û hêzên ewlekariyê, Herêm Kemal Axa got: Encamdana
hûrbîniyê di lîsta mûçeyan de ji aliyê dîwana darayî ya fedral ve demek kişand,
lê piştre bi dawî bû û dîwana çavdêriya darayî raporta xwe şand ji hikûmeta
fedral re, û serok wezîrên Êraqê Mihemed Şeyah Sûdanî fermana şandina mûçeyan
da, lê di vê hefteyê de mûçe dê bên şandin, û tekez kir ku firaksyona Yekîtî ya
Nîştimanî ya Kurdistanê her demê di peywendiyan de bûye ji bo çareserkirina vê
pirsgirêkê.
Serokê firaksyona Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê li civata
nûnerên Êraqê aşkere jî kir ku li gor biryara dadgeha fedral,pêwîste hemî
mûçeyên herêma Kurdistanê bên şandin, wek hemî deverên din yên Êraqê, li
hemberî wê jî dive hikûmeta herêma Kurdistanê jî pabend be li hemberî hikûmeta
fedral û pirsgirêkên wek dahatên ne neftî û dahatên deriyên sinorî û dosye ya neftê çareser
bike, daku welatî ji niha û pêve baca van pirsgirêkan bidin.
Tejîkirina valatyên ewlekariyê
Derbarê livînên terorîstên DAIŞê li deverên ku valatiyên
ewlekariyê yên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên fedralî têde hene û çawaniya
tejîkirina van valatiyan, Herêm Kemal Axa got: Hefteya bûrî ez digel serok erkanê artêşa
Êraqê, Ebdulemîr Yarulah civiyam û me behsa vê babetê kir, û me tekez kir ku
pêwîste valatiyên ewlekariyê li wan deveran bên tejîkirin daku dubare
terorîstên DAIŞê xwe bi rêxistin nenkin.
Rêzgirtin li serweriya Êraqê
Derbarê destdirêjiyên ser serweriya Êraqê û hêrişên serbazî li ser hindek deverên herêma Kurdistanê jî got: Herêma Kurdistanê beşek ji Êraqê ye, lewra pwîste hikûmeta fedral parastina serweriya Êraqê bi hemahengî digel hikûmeta herêmê bike,lê tiştê em îro dibînin mixabin, binpêkirina serweriya Êraqê û binpêkirina yasa û normên navdewletî ye,tekez jî kir ku çi rêkeftineke fermî di navbera Bexda û Enqre de jibo derbarzbûna hêzên Turkiye bo nav axa herêmê nîne, û civata wezîran jibo ewlekariya nîştimanî, operasyonên Turkiye li parêzgeha Duhokê şermezar kir û biryar da ku şandeke ewlekariyê bi serokatiya şêwirmendê ewlekariya nîştimanî Qasim Ehrecî sardana herêmê bike daku ji nêzîk ve zanyariyên berfireh di wê derbarê de werbigire.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

