Êraq mûçeyên 2 heyvan yên Pêşmerge û asayîşê rê dike
Kurdistan 04:37 PM - 2024-07-11
PUKMEDIA
Mûçeyên hêzên asayîş û Pêşmerge
Serok
wezîrên Êraqê nivîsek arasteya wezareta darayî dike û têde daxwaz dike ku
mûçeyên heyvên Gulan û Hizêran yên bûrî yên hêzên ewlekariya herêma Kurdistanê xerc
bike.
Nivîsingeha
serok wezîrên Êraqê di nivîsekê de ku kopiyek Ji wê ketiye destê PUKMEDIA
arasteya wezareta darayî kiriye ku têde wezareta darayî raspartiye bi xerckirina
mûçeyên heyvên Gulan û Hizêran yên Pêşmerge û asayîşê yên herêma Kurdistanê,
heta wê dema ku têbîniyên dîwana çavdêriya Êraqê ji aliyê hikûmeta herêmê ve tê
çareserkirin.
Di nivîsê
de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku pêwîste piştî çareserkirina têbîniyên ji
aliyê hikûmeta herêmê ve mûçeyên heyvên din yên Pêşmerge û asayîşa herêmê bên
xerckirin.
Her di wê derbarê de Dr. Biryar Reşîd, endamê komîteya aborî li civata nûnerên Êraqê jibo malpera PUKMEDIA ragihand ku digel wê yekê ku wezîra darayî ya Êraqê amade nebûye, heta ku hûrbînî di lîsta mûçeyên herêmê de temam bibe mûçeyên heyvên 5 û yên Pêşmerge û asayîşê rê bike, lê serok wezîrên Êraqê biryar daye ku mûçeyên Pêşmerge û asayîşê bên xerckirin û piştre hûrbînî di lîsta mûçeyên wan de bê kirin.
Li gor zanyariyên PUKMEDIA jiber temamnebûna hûrbîniyên di lîsta mûçeyên
hêzên ewlekariya herêma Kurdistanê de, Teyf Samî , wezîra darayîya Êraqê amade
nebû ku berpirsyartiya şandina mûçeyên dû heyvan yên hêzên ewlekariya herêmê
têxe estûyê xwe û daxwaz ji serok wezîrên Êraqê kir ku ew wê berpirsyartiyê
têxe estûyê xwe.
Hêzên
Pêşmerge û asayîşê di heyama 100 rojên bûrî de tenê yek mûçe bi wan hatiye dayîn,
eve ji jiber têbîniyên dîwana çavdêriya
darayî ya Êraqê li ser lîsta mûçeyên wan hebû û heta çareserkirina wê
pirsgirêkê serok wezîrên Êraqê, wezareta darayî raspartiye ku mûçeyên dû heyvan
yên wan xerc bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

