Ti koçber li Silêmaniyê namînin
Kurdistan 02:33 PM - 2024-07-10
Hejmara wezareta koç û koçberan ji Facbookê
Kampa Koçberên Êraqî
Bi amadebûna wezîrê koç û koçban a Êraqê li Silêmaniyê karwana dawî yê koçberan
vedigerin warên xwe yên resen. Rêveberiya beşa parêzgehên herêma Kurdistanê li
wezareta koç û koçberên Êraqê dibêje: Siba hemû kampên li parêzgeha Silêmaniyê tên
girtin û ti koçber li Silêmaniyê namînin.
Karwanê dawî yê penaberên li Silêmaniyê vedigerin warên xweRêveberê beşên parêzgehên herêmê li wezaretê Semêr Meşkûr ji PUKMEDIA yê re ragihand: Wezîrê Koç û Koçberan ê Êraqê got siba karwana dawî ya penaberên li parêzgeha Silêmaniyê dê vegerin malên xwe.
Niha tenê 64 malbat li kampa Aştî ya Erbet a parêzgeha Silêmaniyê mane û hemû rêkarên yasayî ji bo vegera wan hatine encamdan û siba jî di çarçoveya pilana Wezaretê ya derbarê vegerandina penaberan de ew malbatên ku mane kampê bi cih dêlin û vedigerin warên xwe
Amaje bi wê yekê jî kir ku: Ji ber hatina DAIŞê û ne aramiya navçeyên wan, hejmareke mezin ji malbatên ku li bajarên naverast û başûrê Êraqê dijîn, li kampên parêzgeha Silêmaniyê bi cih bûne û bi vegera van 64 malbatan dê dawî li dosyaya koçberan li Silêmaniyê were.
24 hezar û 350 malbat li Duhok û Hewlêr mane
Li gor agahiyên PUKMEDIA be heta niha li parêzgeha Duhokê 19 hezar û 600 malbat û li Hewlêr 4 hezar û 750 malbat koçber di kampan de mane û rêgirî li vegerandina wan tê kirin.
Derbarê wan astangiyan de jî Semêr Meşkûr dibêje: Rêveberiya Hewlêr û Duhok û heta navendê hevahengiya hevbeş a ser bi hikûmeta herêmê ve rê nade tîma Wezareta Koç û Koçberan derbasî kampan bibe. û ji bo vegerê asankariyê nade wan û wezareta navxwe ya hikûmeta herêmê jî rê nade vegerê.
Amaje bi wê yekê jî kir ku ji 5 hezar malbatên aware li kampên Hewlêrê, tenê 250 malbat karîbûn vegerin warên xwe yên resen û heman rewş li parêzgeha Duhokê jî heye, ku heta niha ji 22 hezar malbat tenê 400 malbat vegeriyane. Wezareta Navxwe û rêveberiya Hewlêr û Duhokê rê li ber proseya vegera awareyan bo deverên xwe digre.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

