Yekîtiya Niştimanî amade ye beşdarî civîna encumena parêzgeha Kerkûkê bibe
Kurdistan 11:36 AM - 2024-07-10
PUKMEDIA
Parêzgeha Kerkûkê
Serok wezîrê
Federal Mihemed Şeya Sûdanî bang li endamên serketî yên encumena parêzgeha Kerkûkê kir ku siba
pêncşemê civîna xwe yê yekem lidarbixin, û Yekîtiya Niştimanî ji bo beşdarbûnê
di civînê de amade ye.
Yekîtiya Niştimanî amade ye ku beşdarî rûniştinê bibe
Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê pabendbûna xwe bi beşdariya di rûniştina sibe ya
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de tekez kir û ew bû ku çendîn car daxwaz kiribû ku
yekem civîn were lidarxistin.
Nûnerê
Parêzgarê Kerkûkê Sebah Hebîb ji PUKMEDIA re ragihand: Biryare sibe pêncşemê
yekem civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê were lidarxistin û piştî xwarina sonda
yasayî endam wê dest bi erkên xwe bikin.
Sebah Hebîb
jî got: Yekîtiya Niştimanî daxwaz dike ku civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê
were lidarxistin û çendîn car jî daxwaza lidarxistina vê civînê kiriye.
Got jî:
Gelek pêşniyar ji bo birêvebirina parêzgeha Kerkûkê hene, lê heta niha
danûstandin berdewam in û ti rêkeftineke dawî li ser postên îdarî yên parêzgarê
Kerkûkê çênebûye.
Sûdanî daxwaza lidarxistina civînê dike
Serok wezîrê Federal Mihemed Şeya El-Sudanî bang li endamên serketî yên Encumena Parêzgeha Kerkûkê kir ku roja pêncşema bê yekem civîna encumenê li dar bixin.
El Sûdanî di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê ketiye destê PUKMEDIAyê de wiha got: Piştî ku hikûmeta federal hilbijartinên herêmî ji bo parêzgehên bi ser ket, parêzgeha Kerkûkê jî di nav de ku ji sala 2005’an ve ev hilbijartin lê nehatine kirin pêk anî, di bin sîwana me de diyalogên siyasî di navbera hêzên ku di encumena parêzgehê de cih girtine, û ya din jî bi rêya komîteyeke ku ji bo vê armancê hatiye avakirin pêk hatin, paşê li ser damezrandina hevpeymaniya rêveberiya Kerkûkê ku hemû aliyan dihewîne lihev kirin.
Herweha got jî: Di çarçoveya cîbicîkirina tiştên ku di rûniştina dawî ya diyalogê de li ser lihevkirine, em bang li endamên ku bûne endam di Encumena Parêzgeha Kerkûkê de dikin ku roja pêncşema bê yekem civîna Encûmenê bi serokatiya endamê herî temendirêj pêk bînin.
Wî berdewam kir û got: Em bang li hêzên siyasî yên pêwendîdar jî dikin ku ji bo cîbicîkirina tişta ku di gotûbêjên siyasî de li ser hatiye lihevkirin, hevkariyê bikin û di rojên pêş de van gotûbêjan temam bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

