Parlamenterekî YNKê daxwaza dûrxistina Rakan Cibûrî dike
Kurdistan 08:37 PM - 2024-07-09
PUKMEDIA
Endamê Parlamentoya Iraqê Dîlan Xefûr
Parlamenterê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê nameyek ji serokwezîrê Iraqê re şandiye û daxwaza dûrxistina parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî dike.
YNKê daxwaza dûrxistina Rakan Cibûrî dike
Parlamentera Parlamentoya Iraqê ya Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dîlan Xefûr ji PUKMEDIA re ragihand: "Di nameyekê de ji serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî re, me daxwaz kir ku Rakan Cibûrî ji postê xwe bê dûrxistin û li ser bingeha qanûna xenanîşînî ya yekgirtî û temenê wî.’’
Xefûr got: “Mayîna Rakan Cibûrî li ser erkê bi wekalet ê parêzgarê Kerkûkê ne yasayî ye û divê were dûrxistin, em dê berdewam bin li ser vê dosyayê.
YNK ê li Kerkûkê yekem e
Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji 16 kursiyan pêk tê û li gorî encamên hilbijartinan ku ji aliyê Desteya Komîseran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve hatiye pesendkirin ,di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, Kurdan 7 kursî bi dest xistin, 5 kursî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di nava hevpeymaniya (Kerkûk Hêz û îradeya me) û 2 kursî bo Partiya Demokrat a Kurdistanê, lîsteyên Erebî jî 6 kursî bi dest xistin. lîsteyên Tirkmenan 2 kursî bi dest xistin û Tevgera Babil jî kursî ji bo pêkhateya Xiristiyan bi dest xist.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî li parêzgeha Nînowa 2 kursî û li Diyala û Selahedîn jî kursiyek bidest xist.
Encûmenên piraniya parêzgehên Iraqê yekemîn civîna xwe li dar xistin û postên sereke hatin hilbijartin, parêzgeha Kerkûk li benda rêkeftina aliyên serkeftî di hilbijartinan de maye.
Namzetên YNKê herî zêde deng bidest xistine
Di hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê de 2 berbijêrên lîsta Hevpeymaniya Hêza me û Îradeya me ya Kerkûkê rêjeya herî zêde ya dengan bidest xistin û bi rêjeyeke mezin li pêş namzedên din in.
Neşet Şawêz Xurşîd namzedê jimare 3 yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Hevpeymaniya Hêza me û Îradeya me ya Kerkûkê, di nava 176 namzedên mêr de piraniya dengan bidest xist û 37 hezar û 971 deng bidest xist û piştî wî jî Rakan Cibûrî tê 36 hezar û 617 deng stendin û namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li pêş e û bi ferqeke mezin jî.
Her wiha li ser asta jinan jî 68 namzedên jin hebûn, ku Pervîn Fetîh Hemîd, berbijara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di nava hevpeymaniya Hêza me û Îradeya me ya Kerkûkê de, piraniya dengan di nav namzedên jin de bidest xist û 5 hezar û 396 deng bidest xist.
Mafê YNKê ye ku parêzgarê Kerkûkê destnîşan bike
Berpirsê Baregeha Duyem ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd got:’’ Li gorî rêjeya dengan ya hilbijartinan, YNKê li bajêr dengê yekem anîye û mafê wê heye ku parêzgarêekî kurd ji bo bajêr destnîşan bike. Lê di dema avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de, YNKê di bernameya xwe de ji Mihemed Şîa Sûdanî re bi awayekî eşkere aramkirina rewşa Kerkûkê û cîbicîkirina maddeya 140 ya destûrê weke çareserî xiste rojevê.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

