Mûçeyên hêzên ewlekariyê di navbera herêm û Êraqê de asê maye
Kurdistan 12:40 PM - 2024-07-09
PUKMEDIA
Mûçeyên hêzên Pêşmerge
Zêdetirî 90 rojin ku beşek ji hêzên ewlekarî û serbazî yên
herêma Kurdistanê tenê yek mûçe wergirtine û berawird bi mûçexwerên sivîl dû
mûçeyên wan paşda ketine û daraîya Êraqê jî daxwaza lîsteke nû tejî zanyarî yê
hêzên ewlekariyê ji darayiya herêmê kiriye ku mûçeyên heyvên 5 û 6 yên hêzên
ewlekariyê rê bike, endamekî komîteya Pêşmerge li xula pêncem yê perlamana
Kurdistanê dibêje: Pêwîste lîsta mûçeyên hêzên ewlekariyê bê paqijkirin û
zanyariyên temamî derbarî hêzên ewlekariyê jibo Bexdayê bên şandin, jiber ku em
beşkin ji Êraqa federal jiber ku destûr parêzerên mafên me dibe.
Di dema bûrî de ku çend caran darayiya Êraqê daxwaza
zanyariyên zêdetir derbarê hêzên ewlekariyê ji darayîya herêmê kiribû û hikmeta herêmê
zanyarî arasteya Bexdayê kiribû,lê lîsta mûçeyên hêzên ewlekariyê yê ji aliyê
herêmê ve jibo Bexdayê hatibû şandin di asta daxwaza darayiya Êraqê de nebû lewra careka din daxwaza lîsteke tejî zanyarî kiriye, jber wê çendê jî mûçeyên
hêzên ewlekariyê di navbera herêm û Êraqê de asê maye.
Pêwîste lîsta mûçeyan bê paqijkirin
Balambo Mihemed, endamê komîteya Pêşmerge di xula pêncem yê perlamana Kurdistanê de bi malpera fermi yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA ragihand ku,şandina mûçeyên wezaretên sivîl û ragirtina mûçeyên beşek ji wezaretên ewlekariyê wê rastiyê nîşan dide ku lîsta mûçeyên hêzên ewlekariyê weku pêwîst nîne, lewra pêwîste hevşêweyê lîsta mûçeyên sivîl bê paqijkirin.
Balambo Mihmed got: Eger li gor hikûmeta herêmê,darayîya Êraqê jibo şandina mûçeyên hêzên ewlekariyê behaneyan nîşan dide,deriyê dadgeha federal vekirî ye û pêwîste bi riya dadgehê fişar bên êxistin ser hikûemta Êraqê, lê bê dengbûna li hemberî wê pêngavê wê rastiyê aşaker dike ku lîsta mûçeyên hêzên ewlekariyê bindîwarin ku navên hêza wehmî têde hene ku ew yek tenê xizmetê bi yekî alî dike.
Amaje bi wê yekê jî kir ku, pêwîste lîsta mûçeyên hêzên ewlekariyê bê paqijkirin û zanyariyên temamî derbarê hêzên ewlekariyê wek di rênmayên darayîya Êraqê de hatiye jibo Bexdayê bên şandin,Jiber ku em beşikn ji Êraqa federal ku destûr parêzerê mafên me dibe, li gor hinek aliayn şandina navên hêzên ewlekariyê metirsî ye li ser qewareya herêmê, rast nîne ji ber ku çênabê wek dema bûrî mûçe bi heremekî bê dayîn.
Çênabe mûçeyên hêzên ewlekariyê bên kirin barmiteya înada sîyaseta berjewendîxwaziyê
Pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê bi yek carî pirsgirêka
mûçeyên hêzên ewlekariyê çareser bike, jiber ku çênabê mûçeyên hêzên ewlekariyê
bên kirin barmiteya înada sîyaseta berjewendîxwaziyê.
Derbarê paşdaketina mûçeyên hêzên ewlekariyê, Serko Azad
Gelalî, endamê xula pêncem yê perlemana Kurdistanê di hejmara xwe ya taybet de
li ser tûra civakî ya Facebookê ragihandiye ku, paşdaketina mûçeyên beşik ji hêzên
ewlekariyê bi behaneyên cûr bi cûr nayên pesendkirin û pêwîste hikûmeta herêmê
bi zûtirîn dem wê pirsgirêkê çareser bike daku hêzên ewlekariyê ji vê zêdetir
nebin qurbaniyên lîsta şandina mûçeyan.
Her weha Serko Azad Gelalî got: Çênabe mûçeyên hêzên ewlekariyê bên
kirin barmiteya înada siyaseta berjewendîxwaziyê, di demekê de ku ew parêzerên
ax û nîştimanin û jibo wê yekê jî gelek qurbanî dane.
Çarenivîsa dû mûçeyan ne diyarin
Beşek ji hêzên ewlekariyê li gor daxuyaniya wezareta
darayîya herêmê ku ji (hêzên yekeya 70 û 80, civata asayîşê, dezgeha asayîşê,
hêzên Zêrevanî, Berevanî û hewarçûn, rêveberayetiya polîsê parastina dezgehên
neftê, Pasewanên wezareta navxwe) pêk tên, di heyama 92 rojan de tenê dû mûçe wergirtine, ku bi diyarîkirî roja 8ê Nîsana 2024 an mûçeya heyva 3 û roja
16 Hizêrana 2024 an mûçeyên heyva Nîsanê wergirtine, lê heya niha mûçeyên heyvên
5 û 6 wernegirtine, bi vî awayî jî zêdetir ji 3 heyvane ku tenê yek mûçe
wergirtine û zêdetirî 7 heyvane 4 mûçe wergirtine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

