Hefteya bê hemî kampên awareyan li Silêmaniyê tên daxistin
Kurdistan 11:45 AM - 2024-07-04
Google
Kampa koçberan
Hefteya bê karwana dawîn
ya awareyên sinorê parêzgeha Silêmaniyê dê vegerin cih û warên xwe û kampên sinorê
parêzgeha Silêmaniyê dê bên daxistin, cîgirên parêzgeha Silêmaniyê dibêje: Di çarçoveya
biryara civata wezîrên Êraqê de me hevkarî di vegera awareyan de kiriye.
Parêzgeha Silêmaniyê hemî asankariyek kiriye
Şaho Osman, cîgirê parêzgeha
Silêmaniyê bi malpera fermi ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA
ragihand ku: Di çarçoveya biryara civata wezîrên Êraqê de me wek yekeya îdareya
parêzgeha Silêmaniyê hemî karasniyek kiriye ji bo vegera awareyan ji bo cih û warên
xwe.
Şaho Osman got: Di
demeke nêzîk de karwana dawî ya awareyên li sinorê parêzgeha Silêmaniyê dê
vegerin cih û warên xwe û bi vê yekê jî çi awareyek li kampên Silêmaniyê namîne.
Tenê 250 malbat li Silêmaniyê mane
Samir Meşkûr rêvberê
beşê parêzgehên herêma Kurdistanê li wezareta koç û koçberên Êraqê, di
hevpeyvîneke taybet de digel malpera fermi ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK)
PUKMEDIA de ragihand: Digel wê yekê ku biryar bû heta dawiya vê hefteyê karwana
awareyên sinorê parêzgeha Silêmaniyê ku li kampa Aştî aknicî ne, vegerin cih û warên xwe, lê jiber hinek rêkarên yasayî vegera beşek ji wan bo hefteya bê hatiye
paşdaxistin.
Samir Meşkûr got:Tenê
250 malbatên aware li sinorê parêzgeha Silêmaniyê mane, eve ji bilî wê yekê ku
di 2 dema rojên bûrî de beşek ji wan malbatan vegeriyane cih û warên xwe û hefteya
bê jî ew malbatên aware yên mane dê vegerin.
Li gor zanyariyên
PUKMEDIA di çarçoveya hewlên wezareta koç û koçberên Êraqê de ji bo vegera
awareyên kampên li herêmê, bi hevkariya îdareya parêzgeha Silêmaniyê di hefteya
bûrî de 734 malbat ji kampa Aştî ya li parêzgeha Silêmaniyê ku piraniya wan
xelkê Selahedîn bûne, vegeriyan cih û warên xwe.
Li Hewlêr û Duhokê rêgirî li vegera awareyan tê kirin
Pêştir Samir Meşkûr bi
PUKMEDIA ragihandibû : Li parêzgehên Hewlêr û Duhokê rêgirî li vegera awareyan
tê kirin û heta navbenda hevbeş û ya hemahengiya qeyranan ya hikûmeta herêmê jî
rê nade wan li herdu parêzgehan tîma wezareta koç û koçeberan ya Êraqê biçin
kampan û karasaniyê ji bo vegera wan bikin,ji bilî wê yekê jî ji aliyê wezareta
navxweya herêmê ve rêgirî li vegera awareyan tê kirin.
Samir Meşkûr dibêje :
Têkçûna peywendiyên di navbera wezareta koç û koçberên Êraqê û wezareta navxwe
ya herêmê de bandorek xirap li ser vegera awareyan kiriye,bi awayekî ku ji
kampên sinorê Hewlêrê ji roja 24-1 heta 1-7 tenê 250 malbatên aware vegeriyane
cih û warên xwe,û rêgirî li vegera wan tê kirin, hevdem li parêzgeha Duhokê jî
rêgirî li vegera awareyan berdewame ku ji koma zêdetirî 22 hezar malbatên aware
heya niha tenê nêzîkî 2 hezar û 400
malbat vegeriyane cih û warên xwe,vegera wan malbatan jî bi fişarên xwe bûne ku
bi riya nivîsingeha wezareta koç û koçberan daxwaza vegerê kiribûn.
30- 7 kamp tên daxistin
Li gor pêdaçûneke
PUKMEDIA heta niha nêzîkî 4 hezar û 750 malbatên awareyan ji kampên herêmê
vegeriyane cih û warên xwe ku ji Silêmaniyê 2 hezar û 100 malbat û ji parêzgeha
Duhokê jî 2 hezar û 400 malbatin vegeriyane, lê ji parêzgeha Hewlêrê tenê 250
malbat vegeriyane ku ji koma 5 hezar malbatên aware li sinorê parêzgeha Hewlêrê
, heta niha tenê 250 malbat vegeriyane û rêgirî li vegera 4 hezar û 750 malbatan
tê kirin , li parêzheha Duhokê jî ji koma 22 hezar malbatên aware heta 2 hezar
û 400 malbat vegeriyane.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nûnerê Almanî û Mezlûm Ebdî rewşa Helebê gotûbêj kirin
10:46 PM - 2026-01-09 -
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
03:07 PM - 2026-01-09 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08
zêdetir tamaşe bike
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
10:29 PM - 2026-01-09
NY:Divê alî kar ji bo cî bi cîkirina Peymana 10 Adarê bikin
10:00 PM - 2026-01-09
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
05:23 PM - 2026-01-09
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
04:48 PM - 2026-01-09
zortrin xwendraw
-
Gideon Sa'ar:Erkê exlaqî ya Civaka Navdewletî li hemberî Kurdên dijî DAIŞê şer kirine heye
Kurdistan 03:07 PM - 2026-01-09 -
Pijîşkek û karmendekî Nexweşxaneya Osman hatin şehîd kirin
Kurdistan 05:23 PM - 2026-01-09 -
Hêzên Asayîşê depoyek çekan li nêzî Şîhan teqandin
Kurdistan 11:14 PM - 2026-01-09 -
Êrişek bo ser taxa Şêx Meqsûdê hat têk birin
Kurdistan 04:48 PM - 2026-01-09 -
Civata taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:Em radest nabin,berxwedan jî berdewam e
Kurdistan 01:26 PM - 2026-01-09 -
Heyva Sor ya Kurd banga rawestandina êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û vekirina korîdorên dike
Kurdistan 12:56 PM - 2026-01-09 -
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
Jiyana 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di metirsiyê de ne
Kurdistan 10:29 PM - 2026-01-09


.jpg)
.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

