Serok Bafil: Em her heqaretek li Dezgeha Bilind a Dadwerî ya Iraqê û serokê wê şermezar dikin
Kurdistan 07:47 PM - 2024-07-02
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serok Bafil û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan re civiya.
Di hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî piştgîriya xwe ji bo serxwebûna dezgeha dadweriya Iraqê dûpat kir û pêzanînên xwe jî ji bo pêgeh û rola birêz Fayeq Zêdan di dema borî de nîşan da ku di warê neteweyî û dadperwerî de xizmet ji bo bidestxistina armancên bilind û parastina destûrê ji bo serweriyê kiriye. Her wiha got: “Em bi tundî her bêhurmetî û binpêkirina serwerî û serxwebûna Dezgeha Bilind a Dadwerî ya Iraqê û serokê wê şermezar dikin.’’
Di hevdîtinê de Serokê Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan spasiya Serok Bafel û YNKê kir û piştevaniya wan wek derfet û handaneke zêdetir ji bo parastina serxwebûna dezgeha dadwerî li Iraqê û pabendbûna bi yasayên cîbicîkar wesif kir. Her wiha li ser mekanîzma pêşxistina şiyana zanistî û yasayî ya dadwer û endamên serdozgeriya giştî li Dîwana Serokatiya Dadgeha Pêdaçûnê ya Silêmanî û Germiyanê gotûbêj kirin.
Di beşeke din ya civînê de tekez li ser berdewamiya diyaloga niştimanî û çareser kirina destûrî ya hemû pirsgirêkan hate kirin daku di çarçoveya dezgehên dadwerî de mafên hemû aliyan were parastin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

