Rê li ber vegera 27 hezar malbatên aware yên Hewlêr û Duhokê tê girtin

Kurdistan 11:45 AM - 2024-07-02
Kampa penaberan li Hewremê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê

Kampa penaberan li Hewremê

PDKê û Penaber

Karwana dawî ya ji 250 malbatên penaberên parêzgeha Silêmaniyê pêk tê di dawiya vê heftiyê de dê vegerin malên xwe, bi vî awayî vegera penaberên parêzgeha Silêmaniyê bi dawî tê û her çar kampên ku berê penaber lê hatibûn bicihkirin dê bêne girtin. Rêvebirê Fermangeha Parêzgehên Herêma Kurdistanê ya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê dibêje:’’ Vegera hemû penaberên parêzgeha Silêmaniyê bi hevkariya rêveberiya bajar û aliyan e, lê li Hewlêr û Duhokê rê li vegera koçberan tê girtin û heta niha 26 hezar û 750 malbat li her du parêzgehan di kampan de mane. ‘’

 

Hemû penaberên Silêmaniyê dê vegerin

Rêvebirê Fermangeha Parêzgehên Herêma Kurdistanê ya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Samer Meşkur di hevpeyvîneke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: “Di çarçoveya hewlên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê de ji bo vegerandina penaberên ji kampên Herêma Kurdistanê, bi alîkariya rêveberiya parêzgehê û partiyan roja Şemiya borî, 734 malbat li kampa Aştî ya parêzgeha Silêmaniyê vegeriyan warên xwe, piraniya wan xelkê Selahedînê bûn .‘’

“Tenê 250 malbatên penaber li kampa Aştî ya parêzgeha Silêmaniyê mane û tê çaverêkirin ku heta dawiya vê hefteyê vegerin malên xwe û di kampên li parêzgeha Silêmaniyê de ti penaber namînin û çar kampên li parêzgehê dê bên girtin," Samer Meşkur got.

Li Hewlêr û Duhokê rê li ber vegera penaberan tê girtin

Samer Meşkur got:“Li parêzgehên Hewlêr û Duhokê rê li vegera penaberan tê girtin û heta navenda hevahengiya krîzan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rê nade tîmên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê derbasî nav kampan bibin û vegerandina wan hêsan bibe.

Xerabbûna peywendiyên di navbera Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û Wezareta Navxwe de bandoreke nerênî li ser vegera penaberan kiriye, wek mînak li kampên parêzgeha Hewlêrê ji 24-1 heta niha 1-7 Tenê 250 malbatên aware vegeriyane malên xwe û rê li wan tê girtin ku vegerin.”

Wî got: "Li parêzgeha Duhokê rêgirî li vegera penaberan berdewam e û heta niha nêzîkî 2400 malbat vegeriyane malên xwe, vegera van malbatan di bin fişara wan û bi rêya ofîsa Wezareta Koç û Koçberan bû." 

Kamp dê di 30ê Tîrmehê de bêne girtin

Her wiha got :“Heya niha nêzîkî 4750 malbatên penaber li kampên Herêma Kurdistanê vegeriyane malên xwe, ji wan 2100 malbat li Silêmaniyê û 2400 malbat jî li Duhokê ne. Tenê 250 malbat parêzgeha Hewlêrê vegeriyane.”

Samer Meşkur got: ‘’Li parêzgeha Hewlêrê ji 5 hezar malbatên penaber heta niha tenê 250 malbat vegeriyane û rê li vegera 4 hezar û 750 malbatan tê girtin, li parêzgeha Duhokê jî ji 22 hezar malbatên penaber heta naha tenê 2 hezar û 400 malbat vegeriyane.

Wî got: "Li gor biryara encûmena wezîrên Iraqê, dema girtina kampan 30-7-2024 e û eger astengiyên li ser vegera penaberan ji aliyê Wezareta Navxwe ve berdewam bin, divê hikûmeta Iraqê tedbîrên din bigire." Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsatiya jiyana penaberan bigire ser xwe, ji wan jî xanî, elektrîk, av û xizmetguzariyên din, ku mehane 500 milyon dînar e û niha ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ve ji bo kampan tê dabînkirin.’’

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket