Perlementerek- Bexda dê mûçeyên fermanberên herêmê rê bike
Kurdistan 11:45 AM - 2024-07-01
PUKMEDIA
Dînarê Êraqî
Wezareta darayî ya Êraqê hûrbînî di lîsta mûçeyên heyva Hozêranê yên fermanberên sivîl yên hikûmeta herêma Kurdistanê temam kiriye û tê çaverêkirin ku roja Dûşem yan Sêşemê mûçeyên fermanberên sivîl bixe ser hejmara darayî ya herêmê, endamekî komîteya aborî li civata nûnerên Êraqê dibêje: Di demeke nêzîk de mûçeyên fermanberên herêmê dê bên şandin, û heya niha jî pirsgirêk di lîsta mûçeyên hêzên ewlekariyê de heye û ev jî bûye egera paşdaxistina mûçeyên wan.
Lîsta mûçeyên hêzên ewlekariyê weku pêwîst nîne
Dr. Biryar Reşîd endamê lijneya aborî li civata nûçerên Êraqê bi malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) PUKMEDIA ragihand ku piştî encamdana hûrbîniyê di lîsta mûçeyên fermanberên sivîl yên herêma Kurdistanê de ji aliyê darayî ya Êraqê ve tê çavrêkirin ku di demeke nêzîk de mûçeyên heyva Hozêranê bên êxistin ser hejmara darayî ya herêmê.
Dr. Biryar Reşîd got: heya niha mûçeyên hêzên ewlekariyê ku jibo Bexdayê tê şandin wek pêwîst nîne û ev jî bûye eger jibo paşdaxistina şandina mûçeyên hêzên ewlekariyê, hevdem li gor gotina berpirsên darayî yên Êraqê lîsta mûçeyên hêzên ewlekariyê ji bilî ku pêştir bi kod hatibû şandin, di dema niha de pirsgirêk di datayan de heye û herdû hikûmet di hewla çareserkirina wê pirsgirêkan de ne.
Wî endamê lijneya aborî aşakere kir jî, pirsgirêka çareseriya mûçe tenê bi şandina lîsta mûçeyên fermanberan çareser nabe, pêwîste herdû hikûmetên herêm û Êraqê lihevkirineke zêdetir di navbera wan de hebe, hevdem pêwîste nûnerê çavdêriya darayî yê herêmê li wezareta darayî û dîwana çavdêriya Êraqê hebe û digel dirûstbûna her pirsgirêkekê bi zûtirîn dem çareser bike.
Li gor zanyariyên PUKMEDIA ku ji wezareta darayî ya Êraqê bi dest ketiye, tê çaverêkriina ku di heyama 48 demjimêrên bê de mûçeyên heyva Hozêranê yên mûçexwerên sivîl bên êxistin ser hejmara darayî ya herêmê û hewlên jibo şandina mûçeyên heyva Gulanê yên hêzên ewlekariyê berdewamin û tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de mûçeyên wan jî bo herêmê bên şandin.
Eve di demekê de ye ku mûçexwerên herêmê di heyama sê rojan de ji roja 11 heta 13/06/2024 an mûçeyên heyva Gulanê bi wan hatiye dayîn û çaverêya mûçeya heyva Hozêranê dikin lê hêzên ewlekariyê tenê mûçeyên hevya Nîsanê wergirtine û çaverêya mûçeyên heyva Gulanê dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

