Qubad Talebanî: Ji bo pêkanîna çeksaziyê pêwîstiya YNKê bi piştevaniya xelkê Kurdistanê heye

Kurdistan 07:38 PM - 2024-06-30
Qubad Talebanî di civîna li Çemçemal PUKMEDIA

Qubad Talebanî di civîna li Çemçemal

Qubad Talebanî

Berpirsê Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal, Qubad Talebanî di serdana xwe ya Çemçemalê de îro Yekşemê (30.06.2024) bi amadebûna Heval Serkewt Hesen li gel endamên Navenda Rêxistina YNK’ê re civiya.

Piştî guhdarîkirina nêrînên endamên encûmena navendî ya derbarê rewşa yekîtî li Çemçemalê de, siyaset û rewşa niha ya YNKê li Kurdistan, Êraq û navçeyê ji beşdarên civînê re şirove kirin.

Berpirsê Buroya Sekreteriya Serok Mam Celal ev qonaxa YNKê weke qonaxa vejînê bi nav kir û got: YNK bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî roj bi roj bihêztir dibe û baweriya gelê kurd pê zêdetir dibe.

Wî diyar kir; Pêştir hinek kesan rexne li YNKê dikirin ku ji ber nekokî û pirsgirêkên navxweyî siyaseta yekîtî zelal nine,lê niha bêhtir xelk dizane ku amanc û siyaseta yekîtî çiye, ev jî destkeft û pêşkeftineke mezine ji yekîtî re.

Qubad Talebanî di vê çarcoveyê de amaje bi wê yekê kir ku, YNK di vê qonaxê de ji her demê bêhtir xuya ye û serkirdayetî, kadro û hemû organên YNKê di heman çarçoveyê de ji bo hema araste kar dikin. Got jî “Ev yekrêziya nav YNKê dê encamên xwe di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de wê derkeve.

Di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa girîngiya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê ji bo YNKê kir û got: Rast e YNK bi serokatiya Serok Bafil hevsengiya hêzên deverê serast kir. Lê giringiya vê hilbijartinê ew e ku YNK serkeftineke wisa mezin bi dest bixe ku di hemû saziyan de ji bo çaksaziya radîkal xwedî cihekî mezin be.

Di vê çarçoveyê de Qubad Talebanî got, gelê Kurd di wê baweriyê de ye ku YNK yekane partiye ku dikare û hêza wê heye ku çeksaziyê rasteqîne bike. Ji ber wê jî divê endamên navend û kadroyên YNK’ê yên Çemçemal xwe bigihînin gel û baweriya gel bi YNK’ê xurt bikin.
 Ji ber ku YNK ji bo pêkanîna çeksaziyê pêwîstî bi piştgirî û baweriya bihêz a gelê Kurd heye.

 

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket