Qubad Talebanî: Em ji bo cîbicîkirina daxwazên hevwelatiyan kar dikin

Kurdistan 02:09 PM - 2024-06-30
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Di çarçoveya sardana xwe bo Çemçemal, Cîgirê Serokê Encumena Wezîran Qubad Talebanî di gel qaêmmeqam û berpirsên rêveberî li qezayê civiya.

Di civîna ku wezîrê pilandanînê D.Dara Reşîd û Lîwa Çeto Salih wekîlê wezîrê navxwe amadebûn, pirsgirêkên xizmetguzarî û daxwazên xelkê deverê hatin gotûbêj kirin.

Herweha Qubad Talebanî ji berpirsên rêveberî daxwaz kir ku rêkarên pêwîst pêkbîne bo cîbicîkirin û bidawanîna karûbarên hevwelatiyan bi awayeke lezgîn. Win ne berpirsê hevwelatiyanin lê win xiztmetkarê wanin,divê hemwelatî hest bi wê yekê neke ku berpirsên îdarî astengiyan li pêşiya cîbicîkirina daxwazên wî derdixin Armanca me xizmetkirina welatiyan e.

Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ku divê berpirsên herêmê kar ji bo wergirtina tedbîrên pêwîst û guncaw bikin û daxwaz ji veberhêneran jî bikin ku herêmê pêşbixin û derfetên kar ji bo ciwanên navçeya Çemçemal peyda bikin.

Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê berpirsên îdarî erkdar kir ku guh li rexne û têbînîyên welatiyan bigrin û got: Divê em yasayê ji bo cîbicîkirin û hêsankirina karûbarên welatiyan bikar bînin û pirsgirêkan çê nekin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket