Qubad Talebanî : Pêşmerge qurbaniyên mezin li dijî terorê dane
Kurdistan 01:48 PM - 2024-06-30
PUKMEDIA
Qubad Talebanî li Çemçemal
Di çarçoveya serdeana xwe de jibo qezaya
Çemçemalê Qubad Talebanî, cîgirê ser wezîran yê herêma Kurdistanê mûzxaneyek yê
şehîdên şerê li dijî rêxistina DAIŞê vekir.
Di heyama seredana xwe de ya jibo qezaya
Çemçemalê digel Dara Reşîd, wezîrê pilandananê, lîwa Çeto Salih wekîlê wezîrê
navxwe û qaymiqamê qezaya Çemçemalê, Qubad Talebanî, seredana gorên şehîdên
Enfalê kir û qeftek ya gulan danî ser kêliyên şehîdan.
Pişter Qubad Talebanî mûzexaneya şehîdên şerê li dijî rêxistina DAIŞ ya
terorist vekir, ku ew mûzexaneyekê ye jibo rêzgirtin li qurbaniyên hêzên
Pêşmerge û parastina qehremantiya wan di şerê li dijî terorê ku têde hemî wêne
û tişt û bîranînên Pêşmergeyên şehîd hene.
Qubad Talebanî amaje bi girîngiya wê mûzexaneyê kir û got: Ev mûzexane karekî
asane jibo nîşandana qehremaniyên hêzên Pêşmerge, jiber ku qurbanî û
fedakariyên wan gelekî mezinin, lewra pêwîste behsa çêrok û destaneyên wan jibo
nivşên nû bên kirin û qehremanî û destanên wan bi riya film û nivîsan û karên
hunerî jî ji bo hemî gelê Kurdistan û cîhanê bên nîşandan.
Qubad Talebanî seredana hejmarek projeyan li Çemçemalê dike
Îro, roja Yekşemê 30/06/2024 an Qubad Talebanî cîgirê serok wezîran seredana Çemçemalê kir û têde seredana çend projeyan kir.
Di serdanê de cîgirê serok wezîran seredana hejmarek projeyan dike û çend civînan jî digel berpirsan û çîn û texên deverê bi mebesta baştir pêşkêşkirima xizmetgûzariyan encam dide.
Qubad Talebanî, cîgirê serok wezîrên hikumeta herêma Kurdistanê gihîşte Çemçemalê û di destpêka seredana xwe de kevirê binaxeya projeya ava Goktepe – Çemçemal dana ku têçûna wê 78 milyon û 150 hezar Dolar in ku biryare di heyama 730 rojan de ew proje bê temamkirin.
Şiyana projeyê, berhemanîna 3400 metre sêca ya avê heye ku di her demjimêrekê de zêdetirî 480 hezar kes ji wê projeyê mifadar dibin.
Cîgirê serok wezîran di seredana xwe de ragihand ku akinciyên Çemçemalê bi salane jiber pirsgirêka avê dinalin û çendî salin jî ew çaverêya cî bi cîkirin û temamkirina van projeyan dikin.
Got jî: Çênabe bi çi sedemekê karkirin di projeyê de raweste û daxwaz kir ku kompaniyên cî bi cîkar di dema xwe ya diyarîkirî de karên projeyê temam bikin; jiber ku eve sereketirîn daxwazî û mafên akinciyên Çemçemalê ye.
PKUMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

