Komisyona Iraqê dê tevahiya proseya hilbijartinan birêve bibe
Kurdistan 04:20 PM - 2024-06-26
PUKMEDIA
Parlamentoya Kurdistanê, Komîsyona Iraqê, Hilbijartin
Piştî ku Serokatiya Herêma Kurdistanê roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihand, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan piştrast kir ku dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi hemû hûrgiliyên xwe ve, bi rêya ofîsên xwe yên li Herêma Kurdistanê birêve bibe û dê pişta xwe bi û girêdayî tomarkirina dengderên xwe ve girêbide.
Komîsyon roja hilbijartinê ya nû dinirxîne
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Piştî wergirtina biryara nû ya şeşemîn rûniştina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, encûmena komisyonan wê roja ku ji aliyê desteya serokatiyê ve hatiye diyarkirin binirxîne û piştre biryarê bide ka komîsyon dikare di wê dîrokê de hilbijartinan bike yan na.’’
Hilbijartinên gera şeşem a parlamentoya Iraqê dê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê (ÎHEC) ve were lidarxistin û dê rêkar li gorî yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê ku amadekariyên hilbijartinan, proseya dengdanê, cudakirin, hejmartina dengan û ragihandina dengan di nav xwe de dihewîne, cîbicî bike." got.
Wêgot: "Komîsyon dê pişta xwe bi tomara pejirandî ya hemû dengderên Iraqî, parêzgehên Herêma Kurdistanê jî di nav de, girêbide eger her aliyek piştî hilbijartinan îtiraza xwe hebe, dikare îtîrazê pêşkêşî desteya dadwerî ya komîsyonê bike."
Roja 20ê Cotmeha 2024ê ji bo hilbijartinan hatiye diyarkirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an bên kirin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Nêçîrvan Barzanî destnîşan kiriye ku dê hilbijartinê 20ê Çiriya Pêşîn bên lidarxistin.
Dilşad Şehab destnîşan kir ku dê biryar ji îro pê ve bikeve meriyetê û got:“Aliyên pêwendîdar dê bi Komîsyona Hilbijartinan a Serbixwe ya Îraqê re di nava hevahengiyê de bin û dê ji bicihanîna biryarên pêwîst berpirsiyar bin.”
Dilşad Şehab herwiha amaje pê kir ku bîr û rayên hemû aliyên pêwendîdar hatine nirxandin û piştî wê roja hilbijartinan hatiye diyarkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

