YNKê: Divê Serokê Herêma Kurdistanê bi hilbijartinan yekîtiya me biparêze

Kurdistan 02:27 PM - 2024-06-25
Rizgar Hacî Hema PUKMEDIA

Rizgar Hacî Hema

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Berpirsê Buroya Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekez kir, ku YNKê bi biryar e ku hilbijartinên îsal bên lidarxistin, ji ber ku hemû amadekariyên xwe temam kirine û got, pêwîste Serokê Herêma Kurdistanê parastina berjewendiyên Kurdistanê bike û çareserkirina valahiya yasayî û destûrî bi destnîşankirina hilbijartinan dibe.

Berpirsê Buroya Hilbijartinan a YNK’ê Rizgar Hacî Hema ji Kanala GK’ê re axivî û got: “Me di hemû dezgehên  xwe ji bo hilbijartinan amade kiriye. Di hevdîtina ku li gel Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî de me tekezî li ser wê yekê kir ku Serokê Herêma Kurdistanê heman demê hilbijêre ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan a 5ê Îlonê ve ji bo lidarxistina hilbijartinan hatiye pêşniyarkirin.

Hema her wiha got: "Em piştgirîya beşdarbûn û amadebûna hemû partî û aliyên siyasî dikin ku bi awayekî aktîf beşdarî proseya hilbijartinan bibin, bi armanca xizmetkirina berjewendiyên welat û herêma xwe."

Her wiha got: ‘’Berpirsiyariya Serokê Herêma Kurdistanê ye ku berjewendiyên Kurdistanê biparêze û biryarê li ser roja hilbijartinan bide ji bo çareser kirina valahiya qanûnî û destûrî ya heyî... her paşdexistina hilbijartinan dê bibe  encama valahiya qanûnî, bi vî awayî yekitiya me dixe xeterê."

Berpirsê Mekteba Hilbijartinan a YNKê got: "Pêşniyarên Serok Bafil jî heman daxwazên gelê Kurd in ku hilbijartin bên lidarxistin û êdî paşve neçe û berjewendiyên hizbî ji holê bên rakirin û berjewendiyên bilind ên neteweya xwe li ber çav bigirin û Kurdistanê ji vê pirsgirêkê rizgar bikin."

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket