Serokkomar daxwazê ji karsazan dike ku veberhênanê li Iraqê bikin

Êraq 07:02 PM - 2024-06-24
Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd û Dr. Heyder Mihemed Makiye Malpera Serokkomar

Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd û Dr. Heyder Mihemed Makiye

Serokkomarê Êraqê

Îro dûşeme  24.06.2024 li Koşka Selam a Bexdayê, cenabê Serokê Komarê Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd pêşwaziya Serokê Dezgeha Veberhênana Niştimanî Dr. Heyder Mihemed Makiye kir.

Di hevdîtinê de pilanên kar û siyaseta sermayerazandinê ya desteya niştimanî hate nirxandin û birêz Serok amaje bi derbaskirina astengiyên li pêşiya sermayedaran kir û herwiha piştgîrî kirina karsazên Îraqî û beşdar kirina wan di proseya sermayerazandinê de.

Ji bo aktîvkirina sermayeguzariyê pêwîstî bi serrastkirina  yasayan heye

Di vê derbarê de Serokkomar eşkere kir ku aktîvkirina veberhênanê pêwîstî bi serrastkirina çend yasayan heye û tekez li ser piştgîriya xwe ji bo dabînkirina asankariyên vejandina vê sektora girîng bi awayekî ku aboriya niştimanî bi pêş bikeve û karan çêbike tekez kir.

Her wiha cenabê wî tekezî li ser pêşxistina mekanîzmayên ragihandinê, pevguhertina ezmûn û zanyariyan û bihêzkirina proseya hevkariyên bazirganî di navbera Iraq û welatên xwedî pispor di vî warî de kir.

Ji aliyê xwe ve Dr. Mekiye tekezî li ser pabendbûna komîteyê kir ji bo pêşxistina karê xwe, plan û projeyên niha yên sermayerazandinê û planên paşerojê ji bo pêşxistina hemû bajarên Iraqê û xizmetkirina niştecihên wan kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket