Wezîra Koç û Koçberan: Hîn jî karmendên me nikarin derbasî kampên koçberên Herêma Kurdistanê bin
Kurdistan 10:39 AM - 2024-06-23
PUKMEDIA
Kampa Koçberan,
Wezîrê Koç û
Koçberan Îvan Fayq tekez kir ku girtina kampên awareyan li Herêma Kurdistanê di
heyama ku ji aliyê hikûmeta federal ve hatiye pesendkirin, hîn jî weke
pirsgirêkeke berdewam e.
Îvan Fayq di
daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: Em kar dikin ku kampên koçberên Herêma
Kurdistanê di dema ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye pesendkirin de bên girtin û
heta niha jî em rûbirûyê kêşeya nehiştina derbasbûna karmendên wezaretê di nav
kampan de dibin, ku astengeke heyî ye,
ji ber ku mekanîzmaya xebatê bi dagirtina forma vegerê dest pê dike, da ku kesê
koçber veqetîne ku wê li devera xwe yê berê bijî yan li dereke din.
Wê her wiha
got: “Em bi rêya serokwezîr hewl didin hevahengiyê li gel berpirsên pêwendîdar
ên herêmê bikin ji bo bidawîkirina vê dosyayê.” û da zanîn ku, li parêzgeha
Silêmaniyê hevkariyeke mezin ji aliyê hikûmeta xwecihî ve heye û heta dawiya vê
mehê kampên koçberan ên li gund û bajarên Silêmaniyê dê bên girtin.
Divê hemû kamp bên girtin
Rêveberê şaxa Parêzgehên Herêma Kurdistanê li Wezareta Koç û Koçberan Semêr Meşkûr Bidêwî ji PUKMEDIA re ragihand: Wezareta Koç û Koçberan bi biryar e ku bi yekcarî dawî li pirsgirêka koçberan bîne, hemû kampan bigire û koçberan vegerîne ser warên xwe.
Got jî: roja dawî ya girtina kampên awareyan 30/7/2024 e, û em kar bo girtina hemû kampan dikin, û kar bi başî dimeşe û gelek malbatên aware li Silêmanîyê hene ku vedigerin.
Li Silêmaniyê hevkarî ji herêmên din baştir e
Semêr Meşkûr Bidêwî dibêje: Hevkariya parêzgeha Silêmaniyê bi Wezareta Koç û Koçberan re gelek başe Berî heftiyekê me kampek li Silêmaniyê girtiye û bi îzna Xwedê em kar dikin ku di demeke nêzîk de kampên din bên girtin.
Got jî: Rêveberiya Parêzgariya Silêmaniyê ji bo vegera awareyan asankariyan pêşkêş dike, li parêzgehên Duhok û Hewlêrê, çûnûhatina tîmên Wezareta Koç û Koçberan hatiye astengkirin, ji ber ku rêveberiyên kampê di bin kontrola Desthilatdariya Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, û tîmên wezaretê gelek hêdî li wir diçin û astengî li pêşiya vê proseyê hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

