YNKê: Vegerandina termên qurbaniyan erkê hikûmetê ye
Kurdistan 08:02 PM - 2024-06-22
France Press
Li peravên Îtalyayê keştiyeke koçberan binav bû
Lêgerîna li termên qurbaniyên binketina keştiya li Îtalyayê berdewam dike û endamê parlamentoya Iraqê ji Fraksiyona YNKê jî ragihand: “Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ji bo vegerandina termên qurbaniyan asankariyê bikin ku xizmên wan daxwaz dikin.’’
Xizmên qurbaniyan daxwaza vegerandina cenazeyan dikin
Parlamentera Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Bedriye Hisên ji PUKMEDIA re ragihand:’’Li gorî agahiyên Balyozê Iraqê li Îtalyayê, ji bo şopandina tenduristiya birîndarên keştiya li Îtalyayê ,em bi balyozê Iraqê yê li Îtalyayê û nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li wî welatî re di pêwendiyê de ne û lêgerîna cenazeyên welatiyên di keştiyê de didome.’’
“Hejmarek ji welatiyên di keştiyê de xelkê Herêma Kurdistanê ne û xizmên wan daxwaza vîzeyê dikin da ku herin cihê bûyerê û termên xizmên xwe werbigirin û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê jî dikin ku hêsankariyan bikin bo vegerandina wan. "Wî got.
Nêzîkî nîvê cenazeyan hîn jî winda ne
Li gor zanyariyên PUKMEDIA, termê nêzîkî 35 kesan hatiye dîtin ku beşek ji wan xelkê Herêma Kurdistanê ne û hinek jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne.
Endamê Fraksiyona YNKê li Civata Nûneran got jî:"Piştî dîtina hemû terman û cudakirina nasnameyên wan li gel balyozê Iraqê li Îtalyayê, emê hewl bidin termên wan welatiyên ku niştecihên Herêma Kurdistanê bûn, vegerînin, ji bo vê mebestê me bi rêya Wezareta Derve ya Iraqê hewl didin."
Roja 15.06.2024ê du keştiyên koçberan ji Tirkiyê ber bi Îtalyayê bi rê ketin, roja 17.06.2024ê yek ji wan keştiyan li beravên Îtalyayê binav bû û tê de 76 kes ji Herêma Kurdistanê bûn û hejmareke din jî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ne, ji wan 11 kes sax man û zêdetirî 20 kesên xeniqîn ku xelkê Herêma Kurdistanê ne û hejmareke din jî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

