Nêzîkî 160 hezar geştiyar li Silêmaniyê bûn

Kurdistan 05:51 PM - 2024-06-22
Geştyar li Silêmaniyê PUKMEDIA

Geştyar li Silêmaniyê

Geştyar Silêmanî

Di nava hefteyê de nêzî 160 hezar geştiyar serdana parêzgehê Silêmanî kirine ku dahata geştiyariyê ji bo kardêr û bazirganên Silêmaniyê bi qasî 32 milyon dolar tê texmînkirin.

Li gorî daxuyaniyekê ku ji PUKMEDIA re hatiye şandin, di navbera 14 û 20ê vê mehê de ji bo cejna Qurbanê  159 hezar û 583 geştyaran serdana bajarê Silêmaniyê û derdora wê kirine.

Bi giştî (159.583) geştyar serdana Silêmaniyê û derdora wê kirine, ji wan zêdetirî 90% ji geştyarên naverast û başûrê Iraqê çûne Silêmaniyê, her wiha nêzîkî 10% ji geştyarên Rojhilatê Kurdistanê û welatên biyanî bi rêya firokexane û xalên kontrolê hatine bajêr.

Li gorî daxuyaniyê, geştiyarên ku ji bo Cejna Qurbanê hatine parêzgeha Silêmaniyê, dahata wan bi qasî 32 milyon dolar e, sûd li karsaz û bazirganan hatiye parvekirin, ku li gorî sala borî bi qasî 40 hezar geştiyar (120,460) zêde bûye yên ku serdana Silêmaniyê kirin.

Tevî girseya mezin a geştyaran, hêzên asayîşê û hemû dezgehên pêwendîdar li gorî planeke serkeftî karîn bûyereke aram ji geştiyar, rûniştvanên Silêmaniyê û mêvanan re misoger bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket