Zêdeyî 320 geştiyar sardana sê parêzgehên Herêmê kirine

Kurdistan 07:39 PM - 2024-06-20
Ehmed Awa PUKMEDIA

Ehmed Awa

Geştyar

Di rojên cejna Qurbanê de zêdetirî 320 hezar geştiyar çûne havîngeh û deverên geştyarî yên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê û heta niha ti amar li ser hejmara geştyarên ku çûne parêzgeha Duhokê li ber dest nînin.

Li gor agahî û amarên ku PUKMEDIA ji Rêveberiya Geştûguzarî ya Parêzgeha Silêmaniyê bi dest xistine, zêdetirî 120 hezar geştiyar serdana parêzgehê û deverên geştyarî yên wê kirine ku piraniya wan welatiyên naverast û başûrê Êraqê ne.

Li gorî heman dema sala borî, hejmara geştiyarên Silêmaniyê bi qasî 20 hezar geştiyar zêde bûye.
Ji aliyê xwe ve berpirsên parêzgeha Hewlêrê ragihandin ku “117 hezar û 421 geştyaran di betlaneya cejnê de serdana parêzgehê kirine û 54 tawan û 51 tawan hatine tomarkirin.

Derbarê Parêzgariya Helebce de jî Rêveberiya Geştûguzariya Helebce ragihand ku “84 hezar û 176 geştyar bi mebesta geştyarî û betlaneya havînê çûne parêzgehê û 40 binpêkirin û hişyarî ji aliyê komîteyên pişkinîn û çavdêriyê ve hatine tomarkirin. Ti bûyerên nexwestî rû nedan û pilana cejnê bi serkeftî encamp da.
Heya dema amadekirina vê raportê, rayedarên pêwendîdar li parêzgeha Duhokê ti amarek derbarê hejmara geştyarên ku di cejna Qurbanê de gihîştine parêzgehê û deverên geştiyariyê yên wê parêzgehê, eşkere nekirin.

Li gorî çavdêriya PUKMEDÎAyê, piraniya geştiyarên ku serdana seyrangeh û deverên geştyarî yên herêmê dikin, welatiyên parêzgehên naverast û başûrê Êraq û Îranê ne.

Hatina geştyaran bo parêzgeh û navçeyên Herêma Kurdistanê dibe sedema çalakiya li bazaran û weke çavkaniyeke girîng a dahatê û derfetên kar tê dîtin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket