Dema tomarkirina partî, hevpeymanî bo beşdarbûn di hilbijartinan de hat dirêj kirin
Kurdistan 01:03 PM - 2024-06-13
PUKMEDIA
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan
Îro pênşemê
13.06.2024, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan biryar da ku dema
tomarkirina duyem a hevpeymanî û partiyên ku dixwazin beşdarî hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê bibin, dirêj bike.
Berdevka
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumene El-Gelay ji PUKMEDIA re
ragihand: Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan deriye tomarkirina Hevpeymanî,
partiyan, namzedan take kesî û berendamên pêkhateyan ku dixwazin di
hilbijartinên 2024an ên parlementoya Herêma Kurdistanê de beşdar bibin vekirî
ye ji 6/8/2024 heta 13/8/2024.
Got jî:
Encûmena Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan biryar da ku dema
tomarkirina hevpeymanî, partî û namzedên takekesî ji bo raya giştî û kota heta
dawiya roja fermî ya karê 24/6/2024 dirêj bike.
Beşdarbûna ji bo tomarkirinê başe
Alîkarê
Rêveberê Giştî yê Partiyan li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan
Ehmed Îyad El-Obeydî ji PUKMEDIA re ragihand: Partî û kesayetiyên Tirkmen û
Xirîstiyan hene ku hatine navendên tomarkirinê û daxwaza xwe ji bo beşdarbûna
di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de anîne ziman.
Got jî:
namzedên serbixwe û kandîdên kota hene ku daxwaza xwe ji bo beşdarbûna
hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bo navçeyên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê
dîyar kirine û du hevpeymanîyên me yên tomarkirî hene.
Dema yekem
Roja Yekşemê
31.03.2024, qonaxa yekem a wergirtina lîsteyên namzedên hevpeymanî, hizb û
aliyên siyasî yên ji bo beşdariya li hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi
dawî hat.
Di vê
derbarê de Cumene El-Ghelayî got: “Di heyama wergirtina lîsteyên yekem yên
namzedan de, du hevpeymanan, 10 partiyan û 54 namzedên takekesî lîsteyên xwe
pêşkêşî Komisyonê kirin.
Komisyonê ji
13.03.2024ê heta 31.03.2024ê, ji bo beşdariya di hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê de, namzedên hevpeymanî, partiyên siyasî û take berbijêran vekir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

