Talebanî ji fermandarê hêzên hevpeyman re: Teror hîn metirsî ye

Kurdistan 08:34 PM - 2024-06-12
Talebanî bi hêzên koalîsyonê re dicive Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî

Talebanî bi hêzên koalîsyonê re dicive

Pêşmerge Hikumeta Herema Kurdistanê

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Joel Vaul û şanda pê re kir. Di hevdîtinê de rewşa ewlekariya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera hêzên hevpeyman û hêzên Pêşmerge de hate gotûbêjkirin.

Di civînê de ku îro çarşeme (12.06.2024) li Hewlêrê bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge û Sekreterê Giştî yê Wezaretê hat lidarxistin, Cîgirê Serokwezîr spasiya hevkariyên hevpeymanan kir ku bi taybetî di warê perwerdekirin û pêşxistina şiyanên leşkerî de, alîkariya hêzên Pêşmerge berdewam dikin.

Mijareke din a hevdîtinê jî metirsiya terorê bû. Di vê derbarê de Qubad Talebanî balkişand li ser wê yekê ku teror hîn metirsiyeke mezine li ser asayîş û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê û got; Divê hevahengiya di navbera hêzên ewlehiyê de berdewam bike ji ber ku teror hîn jî metirsiyek e ku divê em jê bêpar nebin.

Di beşeke din ya civînê de behsa çaksaziya li Wezareta Pêşmerge hat kirin. Her du alî li ser berdewamiya reforman li gorî plansaziyê hemfikir bûn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket