Jiyan û mûçe bi nakokiyên siyasî re nehê tevlihevkirin

Kurdistan 08:34 PM - 2024-06-11
Serok Bafil û Balyozê Fransa li Iraqê Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê

Serok Bafil û Balyozê Fransa li Iraqê

Pêyiwendiyên Dîplomasî YNK

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê pêşwaziya Patrick Dorrel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Di civînê de behsa pêşxistina peywendiyan, hilbijartin û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û tekezî li ser berdewamiya gotûbêjan ji bo bidestxistina encameke erênî hate kirin.

Serok Bafel Celal Talebanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û astengiyên li pêşiya proseyê hatine çêkirin rave kir û got :’’YNK naxwaze bibe beşek ji nakokiyên siyasî yên neheq ku tê de Xelk dibin mexdûr û saziyên yasayî yên Herêma Kurdistanê têk didin.Hewldanên me ji bo lidarxistina hilbijartinên adil û avakirina rêveberiyeke saxlem û adil e.

Derbarê pêngavên YNKê ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe û dabînkirina jiyaneke aram ji xelkê re jî Serok Bafil got ku tevlîhevkirina mûçe û jiyana xelkê bi nakokiyên siyasî re ne guncaw e.Em bi her awayî li dij derketin. Xweşbextane em di vê pêngavê de bi ser ketin. Em ji bo alîkarî û piştgiriya hevalên xwe spas dikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket