Serok Bafil fermana destbikarbûna ji bo Fermandarê Hêzên Komandoyê da
Kurdistan 08:49 PM - 2024-06-10
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serok Bafil,Wehab Helebceyî,Serxîl Kemal û Diyar Omer
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî fermandeyê nû yê Hêzên Komandoya Kurdistanê destnîşan kir.
Di merasîmekê de ku bi amadebûna pêşmerge û têkoşer Omer Osman, bavê fermandarê şehîd Akam Omer, Wehab Helebceyî Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê û Rêveberê Giştî yê Operasyonên Asayîşê Serxîl Kemal jî amade bûn, Bafil Celal Talebanî serleşker Diyar Omer weke Fermandarê nû yê Hêzên Komando yên Kurdistanê destnîşan kir.
Di merasîmê de Serok Bafil rola qehremanî û dilsoz a şehîd Akamî di parastina xaka Kurdistanê û cîbicîkirina yasayan de bilind nirxand û bîranîna vî fermandarê têkoşer bi bîr anî û got:“Şehîd Akam ji min re got, yên piştî min bên, wê gelekî bi hêztir û bêwestantir Kurdistanê biparêzin, li dijî gendeliyê bi hêztir têbikoşin û hiqûqê biparêzin.’’
Serok Bafil Celal Talebanî di beşeke din ji axaftinên xwe de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî muqadam Diyar Omer kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û spasiya erkên wî yên berê kir û destnîşan kir ku bi heman ruhê şehîd Akam parastina xaka Kurdistanê bike ku emaneta Fermandar Akam e û divê hûn hemû jî wek wî ji bo YNK û Kurdistanê dilsoz û xebatkar bin.
Di berdewamiya merasîmê de bavê şehîd Akam Omer bi boneya destbikarbûna Diyar Omer pîrozbayî kir û di peywira wî ya nû de hêviya serkeftinê jê re xwest û got ku Komandoya Kurdistanê bi xwîna Akam û komek şehîdên Komandoya Kurdistanê hatiye avakirin û ji bo wê jî gelek qurbanî dane û ez bawer im ku hûn ê li pey vê yekê bin û hêza ku ji me hemûyan hez dike biparêzin.
Di dawiyê de Fermande Diyar Omer fermandeyê Hêzên Komando yên Kurdistanê spasiya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku wî ji bo vê erkê giring destnîşan kiriye û got: ‘’Berê jî li gel şehîd Akam û xortên komando me soz dabû xwedê û welat ku emê bibin lawên dilsoz û xebatkarê Kurdistanê. Em dupat dikin ku wek her car bi piştgiriya Serok Bafil emê di rêya YNK û şehîdan de berdewam bibin û bi vê berpirsiyariya mezin rabin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

