Serok Komar: Em dixwazin aştî û aramî li Êraqê yekgirtî û bihêztir bibe
Îraq 12:07 PM - 2024-06-06
Nivîsgeha Ragihandinê yê serokkomar
Hevpeyvîna serokkomar digel RT
Serok
Komarê: Em dixwazin aştî û aramî li Êraqê yekgirtî û bihêztir bibe
Serok Komar
Dr. Ebdul Letîf Reşîd tekez kir ku Êraq ji dema bidawîhatina qonaxa germ a
tundûtûjiyê û terorîzmê ve bûye şahidê guhertineke berçav, aramî belav bûye û
xelk bê tirs dadikevin kolanan. Aştî û ewlehî li Êraqê bûye rastiyek.
Serok Komar
di hevpeyvîna digel RT got: Em pêdiviya dayîna mafê çarenûsiya tam û naskirina dewleta Filistînê ji bo gelê Filistînê teqez dikin, em vê komkujiya ku li ser Filistîniyan hatine kirin bi tundî şermezar dikin û daxwaza rawestandina şer û arîkariya gelê Filistînê dikin. Erka civaka navneteweyî ye ku zêdetir zextan bike ji bo naskirina mafê çarenûsî yê Filistîniyan. Divê jenosîda ku her roj li ser gelê Filistînê tê kirin raweste.
Êraq ji bo demeke dirêj, nêzîkî çar dehsalan, tûşî
rewşên dijwar ên şer, destdirêjî, tundûtûjî û terorîzmê bû. Êraq ji dema
bidawîhatina qonaxa germ a tundûtûjiyê û terorîzmê ve bûye şahidê veguhertineke
berçav.
Got jî: Em dixwazin aştî û aramî li Êraqê
yekgirtî û bihêztir bikin û peywendiyên me digel welatên cîran û civaka
navdewletî başin û em pêşwazîya gelek şandên derve jî dikin, ji ber ku hemû jî
pê hesîyane ku rewşa Êraqê bi awayekî berçav hatiye guhertin. Pirrengiya
siyasî, netew û mezhebên me hene û ji bo paşeroja Êraqê diyalog di navbera van
koman de tê kirin û di çarçoveya pirosesa demokratîk de, dem bi dem hilbijartin
têne kirin ji bo avakirina hikûmetên federal û herêmî.
Serokê Komarê got: Pêwendiya navbera hikûmeta
federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê tijî hevkarî ye. Îran cîranekî pir girîng
e ji bo Êraqê û pêwendiya me ligel baş û bihêz e û bi berdewamî di warên cuda
de pêşve diçe.
Wî berdewam kir: Me dest bi baştirkirina
jêrxana xwe kiriye, ji ber ku ev demeke dirêje hatiye paşguhkirin û ziyankirin,
herwiha kar bo baştirkirina xizmetguzariyan di warên tenduristî, perwerde û
veguhestinê de dikin, û em hewl didin ku bi welatên curbicur re kar bikin ji bo
xurtkirin û bidestveaîna geşepêdanê.
Peywendiyên bi Amerîka re baş in û em rêzê jê
re digirin û hebûna hevpeymaniya navdewletî di çarçoveya rêkeftineke hevbeş de
bû, Êraq îro dikare ewlehiya xwe bi xwe biparêze. Em giringiyê didin hevkariyên
Amerîka û hevpeymaniya navdewletî di şerê li dijî terorîzmê û rahênan de, û
hebûna wan yan derketina wan ji welat girêdayî bi gihiştina rêkeftinekê di dema
xwe de ye bi rêya şêwirîna ligel hemû hêzên siyasî, Civata Nûneran û saziyên
hikûmetê bo binirxînin ka çi ji
koalîsyona navneteweyî tê xwestin.
Wî eşkere
kir: Malbatên DAIŞê û xizmên wan li kampên awareyan ne tenê di dema niha de,
belku di paşerojê de jî pirsgirêkekê nîşan didin û ji ber wê jî dezgehên me yên
ewlekarî hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin û li ber çavan bigirin.
Têkiliyên Êraqê bi Rûsyayê re her tim têkiliyeke baş bû, berê bi Yekîtiya
Sovyetê re û niha jî bi Rûsyayê re, û em dixwazin vê peywendiyê xurtir bikin, û
sûd ji pisporiya di warê nûjenkirina jêrxaneyan, sektora enerjiyê, av û
avdaniyê û gelek aliyên jiyanê de werbigirin, û her weha ji hêla çandî ve, ji
ber ku Rûsya xwedan mîrata çandî ya dewlemend e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

