Komisyonê parvekirina kursiyên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Kurdistan 11:16 AM - 2024-06-04
PUKMEDIA
Komsiyon
Lijneya Komisyonê biryara heyeta dadgehê ya derbarê 5 kursiyên pêkhatê Parlemena Herêma Kurdistanê vegerin parvekirina wan li ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê pejirand.
Pênc kursî li ser Hewlêr, Silêmanî û Duhokê hatine parvekirinLi gorî biryara komîsyonan ku nusxeyek ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (PUKMEDIA) re hatiye şandin, wiha tê gotin:"Parêzgeha Hewlêrê ku 34 kursî hene, dê 32 kursî be , kursiyek ji bo mesîhiyan û kursiyek ji bo tirkmenan, li parêzgeha Silêmaniyê ku 38 kursî hene, dê 36 kursî be, kursiyek ji bo mesîhiyan û kursiyek ji bo tirkmenan hebe , li parêzgeha Duhokê ku 25 kursî hene, dê bibe 24 kursî û kursiyek jî dê ji bo mesîhiyan were veqetandin.’’
Pênc kursî ji bo pêkhatan e ji 100 kursiyên parlamentoyêBerî niha Dadgeha Federalî biryar dabû ku hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji 111 kursiyan bibe 100 kursî û 11 kursiyên pêkhatanjî jêbirîn, lê Desteya Dadwerî ya Encûmena Komîsyaran biryar da ku ji 100 kursiyan 5 kursî bên terxankirin.
Namzetên pêkhatan divê ji herêma ku lê dijîn bin
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Li gorî biryara encûmena pêkhatan , divê namzetê wan li herêma ku lê dijîn be û di pêşbirka namzedên pêkhatan de, kîjan namzedê herî zêde deng bidest xistiye, dê namzet bi ser bikeve.’’
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan roja nû ya hilbijartinên parlamentoyê eşkere kir û ragihand:“Me daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye ku roja şeşemîn a hilbijartinên parlamentoyê diyar bike, lê ti bersivek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê wernegirtiye.’’
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê beriya niha pêşniyar kiribû û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku roja 5-9-2024 hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê diyar bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

