Talebanî: Em ê Pêşmerge bihêztir û profesyoneltir bikin
Kurdistan 07:04 PM - 2024-06-03
Daxuyaniya Qubad Talebanî
Talebanî û şandeke leşkerî ya Almanî
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Almanyayê bi serokatiya Fermandarê hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Lars Persikowski kir. Di civînê de proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û çendîn mijarên din ên girêdayî hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de ku roja duşemê bi amadebûna Şoreş Îsmaîl Wezîrê Pêşmerge û Klaus Streicher Konsolê Giştî yê Almanyayê hat lidarxistin, her du alî li ser berdewamiya proseya çaksaziyê li Hêzên Pêşmerge hemfikir bûn û tekez li ser birêxistinkirina baştir a hemû hêzan kirin.
Di beşeke din ya hevdîtina han de, şanda leşkerî ya Almanya nêrîna xwe ya ji bo pîşeyîkirina zêdetir ya hêzên pêşmerge di çarçoveya bernameya bihêztir kirina karînên hêzên pêşmerge de pêşkêş kir û behsa perwerde kirina hêzên pêşmerge di warê tendirustî û çareseriya bilez de hate kirin.
Cîgirê Serokwezîr spasiya alîkariyên hêzên Almanyayê bo Pêşmerge kir, bi taybetî di warê rahênan û piştgiriya lojîstîkî de û hêvî xwest ku ew alîkarî berdewam bin.
Di civînê de behsa rewşa jinên di nava hêzên Pêşmerge de jî hate kirin û behsa çawaniya perwerdekirina zêdetir hêzên jin ji bo pêkanîna erkên xwe bi awayekî profesyoneltir hate kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

