Serkonsulusê Rûsyayê: YNK xwedî dîrokeke serwer e
Kurdistan 05:04 PM - 2024-06-03
PUKMEDIA
Saadî Ehmed Pîra û Serkonsolosê Rûsyayê
Îro berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ligel Endamê Serkirdayetiya Kurdistanê û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dara Xeylanî serdana Konsulxaneya Rûsyaya Federal li Hewlêrê kirin û ji aliyê Maxim Rubin Serkonsulusê yê Rûsya li Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Saadî Ehmed Pîre bal kişand li ser rola girîng a Rûsyayê li cîhanê û navçeyê û hêvî xwest ku asta peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê di warên cuda de bihêztir bibin.Her du alî rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî gotûbêj kirin.
Di beşeke din ya civînê de nirxandina balansa siyasî, leşkerî û aborî yên li ser asta herêmî û navdewletî kirin û nêrîna YNKê ya derbarê pêşeroja navçeyê de hat nirxandin.
Di vê derbarê de Serkonsulusê Komara Federal a Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maxim Rubin bal kişande ser rol û giraniya YNKê li Kurdistanê , Iraq û navçeyê ku hêzeke siyasî û xwedî dîrokeke tijî serwerî ye.
Wî got: "Rûsya daxwaza aramiya siyasî, geşepêdana aborî û pêşkeftina zêdetir li Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî dike û em ji bo hemû hevkariyên siyasî û aborî amade ne."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

