Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dike
Kurdistan 04:07 PM - 2024-06-01
PUKMEDIA
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya 49emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li Serokê YNKê û Polîtburoya wê partiyê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 49emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbayî belav kir û tê de ragihand, “Bi germî pîrozbahiyê li Bir eztan, Polîtboruya Siyasî, Serkirdayetî, Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên YNKê û hemû endam, alîgir û cemawerê YNKê dikim, hêviya berdewamiya serkeftinê û pêşketinê ji bo wan dixwazim.”
Di peyamê de hat: “Di vê boneyê de, em damezrînerê YNK’ê, Serok xwedêjêrazî Mam Celal û hemû têkoşerên ku di nava refên YNK’ê de ji bo azadiya Kurdistanê xebat kirin, bibîr tînin. Em dîroka xebat û têkoşîna YNK’ê bilind dinirxînin.”
Nêçîrvan Barzanî tekezî li amadehî û rola giring a YNKê di proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de kir û got: “Em hêvîdar in ku ev salveger bibe handana têgihiştin, tebayî, hevgirtin û yekrêziya navbera aliyên siyasî ji bo parastina qewareya federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

