Serok Bafil: Pêwîstiya Kurdistanê bi her kesî heye û dengê me bi hev re bilindtir e
Kurdistan 11:43 AM - 2024-06-01
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya 49 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û 48emîn salvegera destpêkirina şoreşa nû peyameke pîrozbayî belav kir û ragihand: “Em îro bi hezaran şehîdên qehreman û çemekî xwînê bi bîr tînin. Em hemû têkoşerên ku di rojên dijwar ên têkoşînê de bi xeyalên mezin û bi baweriyeke xurt ji bo Kurdistaneke azad û serfiraz têkoşiyane bi bîr tînin.
Serokê YNKê di peyama xwe de wiha got: “Di vê roja mezin û pîroz de, em baweriya xwe ya tam bi azadiya xebata siyasî, pêşxistina demokrasiyê û rêzgirtina deng û rengên cuda dubare dikin .Emê bergiriyê li wêneya geş û cihêreng a Kurdistanê bikin û tekezî li ser kûrkirina aştî û pêkvejiyanê bikin ku pêwîstiya Kurdistanê bi me hemûya heye û dengême bi hevre bilinditire.Yekîtî û hevgirtina me dê garantiya parastina mafên me bike û tecrubeyên berê jî îspat kiriye ku parçebûn xizmeta kesî nake.”
Nivîsa peyamê
Civakên Gelê Kurdistanê ,Yekîtiyên serbilind û têkoşer
Bi helkefta 49 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û 48emîn salvegera derketina şoreşa nû, ji dil û can li we pîroz dikim.
Em îro bi hezaran şehîdên qehreman û çemekî xwînê bi bîr tînin. Em hemû têkoşerên ku di rojên dijwar ên têkoşînê de bi xeyalên mezin û bi baweriyeke xurt ji bo Kurdistaneke azad û serfiraz têkoşiyane bi bîr tînin. Her wiha em ruhê rêberên wefatkirî silav dikin û spasiya wan dikin ji bo mîrasa bi tecrûbe ku ji me re hiştine.
Her kes dizane ku YNK di gelek qonaxên dijwar re derbas bûye, rastî gelek astengiyan hatiye, gelek qurbanî daye û rêber û şoreşgerên mezin ji dest daye. Lê belê mîna çiyayên berxwedêr ma û tu carî pişta xwe neda nirxên xwe yên bilind, dîroka xwe ya serdest û serbilind nekir qurbana berjewendiyên taybet. Helbet ev yek bi piştgiriya gelê xwe yê dilsoz û qehreman bû ku bi xwîn û berxwedana xwe YNK parast, lewma YNK bi qasî ku ya me ye û hezar qat jî ya xelkê ye ku em xizmetkarê wan in.
Em vê dîroka ronî binerin , jê dersê wargirin û ji rêberên xwe yên kevnar û şoreşger fêr dibin, wan bikin ronahiyek û bingeha xebata xwe ya pêşerojê. Em ê dîroka xwe bikin xizmeta siberojê û bi hêviyê ve ber bi dewlemendiyê ve dimeşin. Em dixwazin serdemeke nû pêk bînin ku tê de mafên gel bên parastin, jiyan û aramiya wan nekeve metirsiyê, di nakokiyên siyasî de neyê bikaranîn û di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de cihêkarî neyê kirin. Me ev peywendiyên berfereh ku Serok Mam Celal li gel aliyên Iraqî û li ser asta navdewletî ava kiribû, li ser bingeha baweriyê pêşxistiye û di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind û bidestxistina mafên destûrî de em di hemahengiyeke berdewam de ne .
Tişta ku me berê kiriye ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nêzîkkirina aliyan bi heman ruhî berdewam dibin û em dixwazin aştiyeke mayînde pêk bê û bê nakokiyên nerewa herêmî be . Li Kerkûkê ku keleha kesk a YNK û navçeyên qûtkirî ku dengderan îsbat kirin ku YNKê ye ku xema herêmê girtiye û ew partiya wan e ku ti carî pişta xwe nedaye Kerkûk û Kerkûkiyên serbilind. Em tu carî dilsoziya van gelê berxwedêr û pêşwaziya wan a bêhempa ji bîr nakin û soza dilsozî û xizmetguzariyê dubare dikin.
Rêhevalên min ên serbilind.
Em dizanin ew valahiya mezin ku bi wefata serokê me Serok Mam Celal di nav YNKê de çêbûye û di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê de qet nayê dagirtin, lê me bi hemû hêza xwe hewl da ku em bibin xwendekarekî dilsoz û durust.Tişta ku me kiriye û hewl daye em bikin tenê ji bo canê xelkê, parastina Kurdistanê û bihêzkirina YNKê ye. Gelek astengî derketin, lê me dev jê berneda û bi piştgiriya rêheval û gelê xwe yê dilsoz berdewam kir û niha jî dema em hêz û giraniya YNKê dibînin û Çepgulakê me geş dibiriqe û wîjdanê me bi dîroka zêrîn a partiya me û xwîna şehîdan rehet e.
Di vê roja mezin û pîroz de, me baweriya xwe ya tam bi azadiya xebata siyasî, pêşxistina demokrasiyê û rêzgirtina deng û rengên cuda dubare dikin .Emê bergiriyê li wêneya geş û cihêreng a Kurdistanê bikin û tekezî li ser kûrkirina aştî û pêkvejiyanê bikin ku pêwîstiya Kurdistanê bi me hemûya heye. Deriyê me yê bi hev re vekiriye û emê bi vî awayî bimînin. Nakokiyên navxweyî bi hev re çareser bikin û ji derve bi biryar û hêzek mezintir derkevin holê. Pêwîstiya Kurdistanê bi me hemûyan heye û dengê me bi hev re bilindtir e. Divê em bi xewnek mezintir û neteweyîtir ber pêş ve biçin û çavê me bo başbûna rewşa gel û pêşerojeke geş a Kurdistanê bin.
Xizmên hêja û serbilind ên şehîdan
Tu sipasiya me nikare berdêla wan fedakariyên ku we kirine bike û ger me xizmeteke biçûk di dema borî de kiribe, wê negihêje mezinahiya te. Em heta hetayê deyndarê we ne û destên we yên westiyayî dihejînin û serê we yê bilind maç dikin. Hûn bûne stûn û parêzvanên YNKê û em ji we dersên berxwedanê digirin.
Yekîtiyên Serbilind
Herêma Kurdistanê ber bi hilbijartineke girîng ve diçe, Erk û berpirsiyariya me hemûyan e ku bi ruhê yekrêziyê bikevin nava pêvajoyê û serkeftineke dîrokî tomar bikin û şanaziyeke mezin ji bo xwe binivîsin. Hûn ê ku bi proseyeke demokratîk û bi îradeya xwe ya bilind, rêbaza desthilatdariyê serast bikin û li dijî cihêkariyê şer bikin û êdî nehêlin berjewendiyên neteweyî bibin qurbaniyên nakokiyên çewt û şexsî. Nehêlin bi navê welatparêzî û gotara kurdewarî mafên we bê desteserkirin û bi qedera we were lîstin. Nîşan bidin ku çi di dilê xelkê de ye û hêza rojên dijwar, çi berevankarê rasteqîne yê xaka Kurdistanê û canê hemwelatiyan e, yekane û yekane Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye.
Jin û ciwanên hêja
Hûn ew xwîna ku di damarên YNKê de diherike û ew enerjiya ku hêzê dide me ku em li kêleka we kar bikin û ji bo pêşerojeke geştir hewl bidin, şerefeke mezin e. YNK mala we ye û deriyên hemû navend û organan li ber we vekirîne û xwe îspat bikin û şiyanên xwe bikar bînin, em ê bê guman piştgiriyê bidin we.
Careke din Salvegere we ya Mezin pîroz be
Silav li ser ruhê şehîdan.. Serkeftin û bextewerî bo Kurdistanê
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
04:50 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
Kurdistan 05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
Kurdistan 04:50 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

