Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê banga pêkanîna biryarên Dadgeha Federal kir
Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-28
Buroya Çapemeniyê ya Serokomariyê
Serokkomar û Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê
Şandeke Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe û girêbestên mamostayan giheşte Bexdayê û bang li serokkomar û aliyên pêwendîdar kirin di vê derbarê de Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê dibêje:’’ Netewekirina mûçeyê karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê divê van pirsgirêkan çareser bike.”
Serokkomar: Nabe ku alozî bandorê li dayîna mûçeyên karmendên Kurdistanê bike
Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd di civîna gel şanda mamosteyan got: “Pêwîste aloziyên siyasî bandorê li jiyan û berjewendiya welatiyan û dayîna mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê neke, bi taybetî vê beşa girîng a civakê, li gorî çarçoveya yasayî bo dabînkirina mafên xebatkarên perwerdeyê û mamosta, da ku dadmendiya civakî bi rêya dabeşkirina serwet di nav Îraqiyan de pêk bînin.’’
Her wiha di civînê de bal hat kişandin ser rola sereke ya mamosteyan di perwerdekirina nifşan û pêşxistina bernameya xwendinê de, bi awayekî ku ewlehî, aramî, pêkvejiyana aştiyane û rêzgirtina bawerî û olan di nav hemû civakan de çêbike.
Divê biryarên Dadgeha Federalî bên cîbicîkirin
Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê daxwazên mamostayan û girêbestan gihandiye Serokkomar û aliyên pêwendîdar û di wê baweriyê de ye ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê biryarên Dadgeha Federalî cîbicî bikin.
Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Ebdulwahîd Mihemed ji PUKMEDIA re wiha got: “Di serdana xwe ya bo Bexdayê de, me li gel Serokomar, parlamentoya Iraqê û aliyên peywendîdar ên Iraqê civiyan û me daxwazên mamostayan û girêbestan gihandin bo çareseriyeke bilez ji bo mûçeyê mamostayan û fermîkirina mamostayan û girêbestan kir.
Her wiha got: “Pêwîste her du hikûmet biryarên Dadgeha Federalî ya derbarê mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de cîbicî bikin û di zûtirîn dem de dermalekê ji karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re çêbikin.
Got jî: Mijareke din a ku me digel Serokkomar kir, karkirina yekem derçûyên zanîngehên Kurdistanê bû, ku niha ji ber çendîn pirsgirêkan rawestiyaye û me daxwaza çareser kirinê kir.
YNK hewl dide li herêmê yekemê zanîngehan damezrîne li kar
Li Herêma Kurdistanê ji salên 2017-2018 heta 2022-2023 nêzîkî 11 hezar yekem derçûyên zanîngeh û peymangehan hene û Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê hewl dide wan kar bike da ku yekem derçûyên herêmê ji vî mafî bêpar nemînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

