Kontrolkirina mûçeyê hêzên asayîşê bi dawî hat
Kurdistan 02:56 PM - 2024-05-24
PUKMEDIA
Pereyê Îraqî
Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Narmîn Merûf got:''Li ser bingeha xala duyemîn a madeya 77 a qanûna budceya federal a salên 2023, 2024, 2025, pêşnûmeya guhertina yasaya bûdceya sala 2024an ji bo pesendkirinê gihişte Civata Nûneran û endamekî Komîteya Darayî dibêje: Komîteya me du civîn ji bo gotûbêjkirin û pêdaçûnê li ser maseyên dahat û xerciyan û amadekirina wan ji bo pesendkirina li civata nûneran li dar xist û ew yek jî bû sedema paşxistina bêhnvedana parlamentoyê. Di destpêka hefteya bê de mûçeyên hêzên asayîşê tên dayîn.’’
Bûdçeya îsal ji par zêdetir e
Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Dr.Narmîn Merûf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: "Pêwîste proje yasaya guhertina bûdceya sala 2024an berî bidawîhatina yekemîn civîna yasayî ya dema dirêjkirina parlamentoyê were pesendkirin."
"Bûdceya îsal nêzîkî 210 trîlyon dînar e, ku 12 trîlyon dînar ji bûdceya sala borî zêdetir e, lê weke sala 2023an rêjeya xerckirina karkirinê nêzîkî %74ê bûdceyê ye, nêzîkî %26 ji bûdceya mayî jî ji bo veberhênanê hatiye terxankirin." Me'rûf got.
Dê mûçeyên hêzên ewlehiyê bên parvekirin
Piştî ragihandina nexşerêya mûçeyên meha Nîsanê bêyî mûçeyên hêzên ewlehiyê û şandina pereyan ji aliyê hikûmeta federal ve, heta niha mûçeyên wan hêzan ku navên wan di nexşerêyê de nîne. Wê got: “Meaşên hêzên ewlehiyê dê di destpêka hefteya bê de bigihin.
Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Narmîn Merûf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Li gorî lêkolînên me, Wezareta Darayî ya Iraqê pişka mûçeyê hêzên ewlehiyê kontrol kiriye, lê ji ber ku Wezîrê Darayî li derveyê welat e, heta niha nehatiye îmzekirin, ku sedema paşxistina mûçeyê wê ye.
Endamê Komîteya Darayî got: “Tê pêşbînîkirin di destpêka hefteya bê de mûçeyên hêzên ewlehiyê yên mayî ji Herêma Kurdistanê re bên şandin.”
Dr. Narmîn Me'rûf :Daxwazên xaneşînan rewa ne
Di rojên derbasbûyî de, şandeke Sendîkaya xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wekhevkirina mûçeyên xanenişînên Iraqî û çendîn daxwazeke din jî wan serdana Bexdayê kirin û ligel serok û endamên Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê civiyan, endamê Lêjneya Darayî got.
Daxwaza xanenişînan rewa ye û em piştgiriyê didin wan
Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Narmîn Merûf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: ‘’Di sala 2022an de Dadgeha Federalî çend biryar ji bo wekhevkirina mûçeyên xanenişînên Herêma Kurdistanê û Iraqê derxistibû, lê heta niha li Herêma Kurdistanê nehatiye cîbicîkirin.Daxwazên xanenişînên hikûmeta Herêma Kurdistanê rewa ne û şandek ji bo pêşkêşkirina raportekê li ser daxwazên xanenişînên Kurdistanê li Bexdayê ye. ‘’
Komîteya Darayî piştgiriya gel dike
Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 160 hezar xanenişînên sivîl û 70 hezar xanenişînên leşkerî hene Li Herêma Kurdistanê mûçeya herî kêm 220 hezar e.Li Iraqê 500 hezar dînar e li Iraqê 100 hezar dînarên din jî bi navê lêçûnên zêde yên jiyanê tên dayîn Hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê ev nêzî 50 roj in mûçeyên xwe wernegirtine û navên wan di tabloya ku Wezareta Darayî belav kiriye de nîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

