Qubad Talebanî: Têkoşîna dijî terorê karekî dijwar e û bi dilê Hevpeymaniya Navdewletî ye
Kurdistan 05:44 PM - 2024-05-23
Ragihandina Cîgirê Serok Wezîr
Cîgirê serok wezîran bi hêzên Dije Terorê re civiya
Îro pênşemê 23/05/2024, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad
Talebanî serdana serkirdatiya hêzên Dije-Terorê li Kurdistanê kir û ji aliyê
Fermandeyê Hêzên Dijî Terorê Wehab Helebceyî ve hat pêşwazîkirin.
Di civîna de ku efser, fermande û endamên hêzên Dije Terorê amade
bûn, Qubad Talebanî bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya hewl û
qurbanîdana hêzên Dije Terorê ji bo parastina asayîş û aramiya Kurdistanê kir.
Wî got: “Ji ber şêwaya operasyonên hêzên dije-terorê, dibe ku raya
giştî ji operasyon, qehremantî û kiryarên wan wek pêwîst nizanibe, lê Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û ez, herweha û hêzên hevpeyman jî bi
hûrgiliyên operasyonan haydar in û em dizanin ku rûbirûbûna terorê karekî
dijwar e, ne tenê ji bo Kurdistanê, rola wê di parastina ewlehî û aramiya Êraq
û navçeyê bi giştî heye.
Cîgirê Serok Wezîr di beşeke din ji axaftinên xwe de balkişand li
ser berdewamiya perwerde û xwepêşvebirinê û daxwaz ji wan kir ku şerê derûnî û
îdiayên kesên alîgir bandorê li vê vê hêzê nekin.
Qubad Talebanî her wiha got: “Em li navçeyeke ne ewle û ne aram de
dijîn, ji ber wê jî hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê bi taybetî şerê li dijî
terorê divê xwe li hember metirsiyên nû biguncînin û hêzên dije terorê hertim
şiyana xwe îspat kirine, wek hêzeke hişyar, hêzeke xwedî tecrûbe, ji bo ku xwe
bi şert û mercên nû, tehdît û metirsiyan re biguncîne.
Got jî: Hêzên hevpeyman û dostên me ji şiyanên hêzên dije-terorê
bandor bûne, lewra daxwazeke mezin heye ku bi wan re operasyonên hevbeş pêk
bînin û ev yek cihê serbilindî û şanaziyeke mezine bo vê hêzê.
Qubad Talebanî piştî pesnê xwe yê taybet ji bo Fermandarê Dijî
Terorê Wehab Helebceyî û hêz bi giştî, piştevaniya xwe ya tem ji bo wan nû kir,
da ku bi awayekî herî baş erkên xwe di rûbirûbûna terorê û metirsiyên curbicur
de bi cih bînin û asta hevahengiyê bilind bikin li gel hêzên hevpeyman û hêzên
din ên emnî yên li Kurdistan û Êraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

