Dadgeha Federalî ya Îraqê giliya Mesrûr Barzanî red kir
Kurdistan 02:59 PM - 2024-05-21
PUKMEDIA
Avahiya Dadgeha Federal
Dadgeha Federalî ya Îraqê giliya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya derbarê hilbijartinan red kir û fermana salarî ya xwe yê ji bo taloqkirina xebatên komsiyonê, hilweşand.
Dadgeha Federalî girêdayî biryara Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan, 5 kursî ji kutayan re diyar kir.
Berpirsê Navenda Karûbarên Yasayî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Talar Letîf ji PUKMEDIA re ragihand:“Piştî ku Mesrûr Barzanî li ser xala 2 ya madeya 2 ya Dadgeha Federalî gilî kir û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) weke kesê sêyem di komîsyonê de gilî li ser giliya serokwezîr kir, Dadgeha Federalî giliya Mesrûr Barzanî red kir.’’
"Di îtiraza me de hemû belgeyên yasayî û destûrî bi rêya tîma me ya parêzeran radestî Dadgeha Federalî hatin kirin, di vê derbarê de Dadgeha Federal piştî du taloqkirina rûniştina dozê, herî dawî îro 21-5-2024 biryar da ku gilî red bike. " wê got
Letîf got: “Bi redkirina giliya Mesrûr Barzanî, Dadgeha Federalî ew biryar pêştir betal kirk u karê komîsyonê rawestiya bû , da ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan careke din dest bi karê xwe bo çavdêrîkirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) beriya niha îtîraz li ser wê yekê kiribû Giliyê Mesrûr Barzanî li Dadgeha Federalî, piştî du paşdaxistinên derbarê mijarê de, di rûniştina îro de biryar da bo Redkirina giliya Mesrûr Barzanî, bi sedema pêşkêşkirina belgeyan li ser neqanûnîbûna giliyê tîma parêzerên Yekîtiyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

