Talebanî: Îradeya gelê Îranê dê rojên dijwar derbas bike
Kurdistan 11:53 AM - 2024-05-21
PUKMEDIA
Qubad Talebanî li Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî Sêşeme 21.05.2024 serdana Konsulxaneya Giştî ya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê kir.
Li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe pêşkêşî Konsulê Giştî Nesrullah Reşnûdî û dîplomatên wî welatî kir,ji bo koça dawî ya Serokomar Îbrahîm Raîsî û Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan û ragihand:’’Em di wê baweriyê de ne ku îradeya gel û hikûmeta Îranê dikare vê qonaxê û van rojên ne xweş derbas bike.’’
Ji aliyê din ve Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di peyamekê de sersaxî ji rêberê Komara Îslamî ya Îranê, hikûmet û gelê Îranê re xwest.
Îranê jiyan jidestdana serokomar û şanda pê re ragihand
Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî û şanda pê re ji parêzgeha Azerbaycana Rojhilatî 19 gulanê dema vedigeriyan helîkoptera wan li parêzgeha Tebrîzê ket xwarê. Çapemeniya fermî ya Îranê ragihand ku di encama ketina helîkopterê li parêzgeha Tebrîzê de hemû rêwiyan jiyana xwe ji dest dane.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

