YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 02:02 PM - 2024-05-18
PUKMEDIA
Herêm Kemal Axa
Civata Nûneran di rûniştina îro de serokê xwe yê nû hildibijêre û dê deng li ser dirêjkirina erkê komisyona bilind a serbixwe ya helbijartinan û tabloyên bûdceyê jî bide, ji ber ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê tekezî li ser çareser kirina pirsgirêkên li navçeyên nakok li herêmê dike li gorî Destûra Bingehîn û xala 140.
Civata Nûneran serokê xwe yê nû hildibijêre
Herêm Kemal Axa, serokê bloka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Civata Nûneran, di hevpeyvîneke taybet de ligel PUKMEDIA ragihand: Biryar e di rûniştina îro Şemiyê de, parlamentoya Iraqê serokê nû yê parlamentoyê hilbijêre.
Got jî: heta niha ti rêkeftinek di navbera baskên parlemanî de li ser yek berbijar bo postê serokê civata nûneran çênebûye, lê meyla di nav birokên parlemanî de heye ku pirsa helbijartina serokê parlemanê çareser bikin.
Serokê bloka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê diyar kir: Pêşbirk niha bi du namzedên pêkhateya Sunne bo serokatiya Encûmenê bi navên Mehmûd El-Meşhedanî û Selîm El-Îsawî ve hatiye sînordarkirin û em li benda rûniştina îro ne.
Berfirehkirina erka Komisyonê
Herim Kemal Axa dibêje: Berfirehkirina erkê komisyona bilinda serbixwe ya helbijartinan li gel lidarxistina helbijartinan e û îro dê proje yasaya dirêjkirina maweya komîsyona helbijartinan bê xwendin.
Got jî: 7/7/2024 dewra Komisyonê bi dawî dibe û ji bo lidarxistina helbijartinan dê dema erkê Komisyonê bê dirêj kirin.
Got jî: Civata Nûneran dê di civînên dahatî de jî deng li ser maseyên bîlançoya dadgehîkirina bûdceyê bide.
Tayînkirina mezûnên bilind ên zanîngeh û enstîtuyan
Serokê bloka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dibêje: Em bi hemahengî li gel Encûmena Xizmetguzarî û Wezareta Xwendina Bilind a Federalî kar bikin bo destnîşankirina derçûyên bilind li zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê.
Got jî: Pirsgirêka naskirina hin zanîngehan heye û biryar hat dayîn piştî dengdana li ser yasaya Wezareta Xwendina Bilind, ev pirsgirêk bên çareserkirin û em di Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê de jî piştgirîya wê yekê dikin.
Pirsgirêka gundiyan
Herêm Kemal Axa dibêje: Pirsgirêka cotyaran li navçeyên pirsgirêk berdewam e û divê bi yekcarî were çareserkirin, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê şandeke Wezareta Dadweriya Federal serdana herêmê bike.
Got jî: em di wê bawerîyê de ne ku divê ev kpirsgirêk bi yekcarî li gor destûr û madeya 140 bê çareser kirin û çarekirina pirsa civata parêzgeha Kerkûkê û helbijartina parêzgarê nû dê bibe faktoreka giring bo çarekirina pirsgirêka cotkaran be .
YNK li parêzgeha Kerkûkê hêza yekem e
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya roja 18ê Kanûna 2023ê de 157 hezar û 639 deng bidest xist, ku ew jî %43ê dengên parêzgeha Kerkûkê ye.
Her wiha got: YNK wek hemû parêzgehên din ên Iraqê dê hemû hewlên xwe bo çareserkirina pirsgirêkan bide, li gor nirxa helbijartinan YNK hêza yekem a bajêr e û divê parêzgerê Kerkûkê werbigre.
Got jî: Cotkarên herêma gundê Pelkana kirine karê xwe yê rojane û biryare di demek nêzîk da ev pirsgirêk bê çareser kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

