Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
Kurdistan 12:10 PM - 2024-05-16
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û komisyona hilbijartinan
Desteya Dadwerî ya
Hilbijartinan biryar da ku giliya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ya li dijî
biryara Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ya ji bo rawestandina
proseya teknîkî û darayî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê qebûl bike.
Îtîraza ji aliyê berpirsê
Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hecî Heme ve li
dijî biryara desteya komîseran a hejmar (1) ya xala awarte (28) ya roja 7/5/2024ê
derbarê Rawestandina prosedurên Komisyonê ji bo hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê hatiye kirin.
Desthilata dadwerî di
yadaştnameyekê de ku wêneyek jê ketiye destê PUKMEDÎyê de, hatiye: Piştî
lêkolîn û gotûbêjan, desthilatê dît ku îtîraz di heyama yasayî de hatiye
pêşkêşkirin û biryara qebûlkirina wê da.
Got jî: Îtîraza li dijî
biryara desteya komisyonê ya li ser rawestandina rêkarên teknîkî û darayî yên
hilbijartinên 2024ê yên Parlamentoya Kurdistanê hat kirin, heta ku dosyeya li
pêş Dadgeha Bilind a Federalî ya derbarê rawestandina proseya tomarkirina
lîsteyên berbijaran bê çareserkirin.
Daxwazname ji aliyê Navenda Karûbarên
Yasayî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve bi rêya Berpirsê Ofîsa
Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî Rizgar Hecî Heme û ji aliyê partiyê ve
hatiye radestkirin, hatiye şandin.
Biryar li dijî yasa ye
Di yadaştnameya desteya dadwerî de tê
gotin: Biryara gilîkirî ne li gor qanûna komisyonê bo pêkanîna hilbijartinên
parlementoyê bû di heyama encumena Komisyonan de ji bo rûniştina niha de. Ji ber
wê ne di cih de ye û li dijî yasayê ye.
Desteya dadweriyê di berjewendiya
Yekîtiya Nîştimanî de biryar da
Di vê derbarê de Berpirsê Navenda
Karûbarên Yasayî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Teler Letîf di
daxuyaniyekê de ji malpera PUKMEDIA re ragihand: “Desteya dadwerî ya
hilbijartinan di berjewendiya Yekîtiya Niştimanî de biryar da. Komîsyona
Hilbijartinan jî erkdar kir ku proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji
nû ve dest pê bike”.
Wê got jî: Li gor biryara Desteya
Dadwerî ya Hilbijartinan, divê komîsyon dîsa dest bi amadekariyên xwe bo
lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike.
Encumena Komisyonê biryarê dipejirîne
Ji aliyê xwe ve, Berdevka Komisyona
Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumene El-Gelay ji PUKMEDIA re ragihand:
“Piştî biryara desteya dadwerî, komîsyon li benda biryara dawî ya Encûmena
Komisyonan e ku kar û xebatên xwe yên têkildarî hilbijartinên gera şeşema
Parlemana Kurdistanê dest pê bike.
El-Ghelayî her wiha got: “Pêwîste
Encumena Komisyonan biryara Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan pesend bike, ku tê
de daxwaz ji komîsyonê kir ku proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji
nû ve dest pê bike.
Me gilî pêşkêşî desteya dadwerî kirEndamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hecî Heme ji PUKMEDIA re ragihand: Me weke ofîsa hilbijartinên Yekîtî îtîraz li biryara Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir. Got jî: me gilî li desteya cudaxwaz ya komisyona bilinda serbixwe ya helbijartinan kir, ji ber ku ev babet di desthelata wê de ye, û divîya şikayetê bi rêkarên komisyonê bo vê desteyê bihata pêşkêş kirin û neku dadgeha federalî ji ber ku desthilata wê heye li ser prosedurên Komîsyonê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

