Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e
Kurdistan 11:10 PM - 2024-05-15
Ofîsa Ragihandinê ya Serok Bafil
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di civînekê de ligel Peymangeha Newlines li Washingtonê got:“YNK’ê di rewşeke dijwar re derbas bûye û niha ji berê cudatir e, baştirîn peywendiyên me li gel Bexdayê hene û herwiha pêwendiyên me yên baş ligel welatên derve bi taybet Amerîka jî heye.’’
Her wiha got:’’YNK tu carî dijberiya Tirkiyê nake û ez jî amade nînim derbarê birayên xwe yên Kurd de agahiyan bidim ti welatekî.’’
Serok Bafil: YNK û PDK du partiyên cuda ne
Derbarê peywendiyên YNK û PDKê de jî Serok Bafil got:’"Em hemû dizanin ku li Iraqê çi diqewime. Diyar e YNK û PDK du partî ne ku xwedî îdeolojî, stratejî û pêkhateyên cuda ne. Ev tiştekî pir normal e. Mînak li Amerîkayê çima du partî hebin." “Belê, cudahiyên me carinan baş in û carinan jî xirab in, têkiliyên me ne zêde baş in û carinan jî hevkêşî dileyizin, ku beşek bi rewşa herêmê ve girêdayî ye.’’
DAIŞ xwe bi awayekî cuda ji nû ve birêxistin dike
Li hevdîtinê de Serok Bafil behsa gurûpa terorîst a DAIŞê û rewşa niha ya Iraqê kir û got:"Ez dixwazim bi zelalî ji we re bibêjim ku DAIŞ bi tevahî nehatiye têkbirin, lê ew hatine paşguh kirin. Em dikarin pê bawer bin ku em bêjin ku şiyana şerê wan tune û gelek deverên ji dest wan de nemaye. Me hêzên antîterror ava kiriye ku pir nêzîkî hêzên taybet ên Amerîkayê ne, ev 3 meh in bi berdewamî operasyonên me bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê re hene û di çend waran de jî xebatên me yên hevbeş hebûye.’’
"Yek ji şaştêgihiştinan ew e ku DAIŞ şikest û ji holê rabû. Bi rastî jî niha di nava koordînasyonê de ye û bi awayên cuda xwe ji nû ve birêxistin dike.Ev ne dijwariyek hêsan e, lê mixabin di çavê Amerîka de, Iraq welatek e ku zêdetir tê bikar anîn û dibe ku nebe welatê ku ew dixwaze. Ez vê yekê fêm dikim û di serdana xwe de min serdana çend cihan kir û min kesên bêwar dîtin ev rewş di demekê de ye ku kesên li vir hewcedariya wan bi alîkariyê heye.’’Her wiha got
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

