Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
Kurdistan 09:08 PM - 2024-05-08
Ajans
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di hevpeyvînekê de ligel Enstîtuya Newline li Washingtonê got: Ez bi diyalogê bawer im, heta bi dijminan re.
Serok Bafil: YNK bi biryar û yekdeng e
Serok Bafil di serdana xwe ya Amerîka de di hevpeyvînekê de li Enstîtuya Newline li Washingtonê got: Niha YNK bi biryar û yekdeng e, Welatî li gorî hilbijartinên berê me dadbar dikin û ev jî dibe alîkar ku em di hilbijartinên pêş de zêdetir kursiyan bi dest bixin.
YNK û PDK du partiyên cuda neDi derbarê peywendiyên YNK û PDKê de jî Serok Bafil peywendiyên di navbera wan de ne aram wesif kir û got:“YNK û PDK du partiyên cuda ne, lewma xwedî îdeolojî, siyaset, pêkhate û ramanên cuda ne.’’
"Derbarê hêza me ya hevbeş de, ez difikirim ku têkiliyên me carinan xirab in û carinan pir xirab in, û ev yek bi welatên cîran re, nemaze zextên wan ve girêdayî ye, ji ber vê yekê têkilî zor rêkû pêk nînin lê başin " Serok Bafil dibêje.
Serok Bafil: Baweriya min bi diyalog û têgihiştinê heye
Ji aliyê din ve Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi berfirehî behsa pêwendiyên YNKê kir û got:"Ji bo Iraqê nêrîneke min heye. Ezê bi birayên xwe yên Amerîkî û Îranî re û piştre jî bi Serokwezîrê Iraqê re biaxivim. Me bi birayên xwe yên Amerîkî re mil bi mil şer kir û ne hêsan e ku em bêjin DAIŞ bi dawî bûye.
Serok Bafil got: "Ez bi diyalog û têgihiştinê bawer im. Bi baweriya min girîng e ku bi her kesî re, bi dijminan re jî diyalog were kirin. Heke hûn dixwazin aştî an dijminatiyê bikin, divê xwendin û têgihîştina me hebe, ji ber vê yekê em têkiliyê dixwazin." “Pêwendiyên min bi Îran û Amerîkayê re baş in û me gelek caran sûd wergirtiye.
Ev çend roj in Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Amerîkayê ye. Di hevdîtinên siyasî û dîplomatîk de, ewê bi navend û enstîtûyên lêkolînê yên navneteweyî re jî çend gotûbêjan bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

