Talebanî ji Amerîkayê re: Paşxistina hilbijartinan zirarê dide Kurdistanê
Kurdistan 04:23 PM - 2024-05-04
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Senator Ted Budd
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke Senatoya Amerîkayê kir ku ji Senator Ted Budd, Senator Johnny Ernst û şandeke pê re pêk dihat. Têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û çendîn mijarên din gotûbêj kirin.
Civîna roja şemiyê (04.05.2024) û bi amadebûna Balyozê Amerîkayê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Şanda Senatoyê tekezî li ser piştegiriya Amerîka bo Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku serdana wan nîşana pabendbûna Amerîka ye ku giringiyê bi pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê dide.
Cîgirê Serokwezîr spasiya piştgiriya û alîkariyên Amerîka bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di şerê dijî terorîstan û proseya çaksaziyê di hêzên Pêşmerge de.
Di hevdîtinê de rewşa ewlekariya Kurdistan, Iraq û navçeyê hate gotûbêjkirin. Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge, hêzên Iraqî û hêzên hevpeyman bo rûbirûbûna metirsiya terorîstan giring û pêwîst e, ji ber ku hê jî teror gefeke cidî ye li ser asayîşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê.
Di beşeke din ya hevdîtinê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pirsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Qubad Talebanî helwesta xwe û YNKê ji şanda mêvan re rave kir û got:’’ Em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin, ji ber ku paşxistina zêdetir a hilbijartinan dê ziyaneke mezin bigihîne rewatiya saziyên herêmê û dê proseya demokrasiyê li herêmê jî bikeve metirsiyê.’’
Derbarê peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî Cîgirê Serokwezîr got ku di mijara bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê de pêşketin hene. Wî got: ‘’Ew ê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku vê û pirsgirêkên din ên li ber çavan bi awayekî bingehîn çareser bikin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

