Kampaniya Dana Gazê rawestandina demkî ya hilberînê li kêlgeha Kormorê radigihîne
Kurdistan 09:44 AM - 2024-04-29
PUKMEDIA
Kêlgeha Kormor
Kompaniya
Dane Gazê ragihand ku bi awayekî demkî berhema li kêlgeha Kormor li bajarê
Silêmaniyê rawestandiye û ev yek jî ji ber ewlehiya karmend û navendên
karkirinê tê.
Roja înê
26.04.2024ê demjimêr 18:45ê demjimêr danê êvarê, bîreke gazê ya Kormorê ya li
taxa Qadir Kerem a navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve rastî
êrişa firokeyên bêpîlot hat û di encama de 4 karkerên kêlgehê jiyana xwe ji
dest dan û 2 kes jî birîndar bûn ku hemû Yemenî bûn. Li gorî agahiyên ku ji
aliyê wezaretên çavkaniyên xwezayî û elektrîkê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê
ve hatine belavkirin, 2 hezar û 500 megawat ji enerjiya elektrîkê jî ji dest
çûn, di heman demê de ku welat û rêxistinên navdewletî ev êrîş şermezar kirin,
û bang li rayedarên pêwendîdar kirin ku lêpirsînek lezgîn bidin destpêkirin û berpirsên
êrîşî bên dadgehkirin.
Kampaniyê hîn dibe ku hilberîna li kêlgeha Kormorê bi awayekî demkî rawestîne
Dane Gazê di daxuyaniyekê de ku îro Duşemê 29.04.2024, 3 roj piştî êrişê û ji aliyê PUKMEDIA ve hatiye şopandin de ragihand,ku yek ji tankên embarkirina şilavê yên li navenda Kormor a Pearl Petroleum li Herêma Kurdistana Êraqê rastî êrîşeke esmanî hatiye ku bus edema mirin û birîndarkirina karmendan.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hemû xebatkarên Dana Gazê û hevkarên wê sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û hevkarên wan re dixwazin û wê li kêleka wan bisekine.
Kopaniyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku parastina endamên xwe, di nav de karmend û peymankar, yek ji wan karên sereke ye, got jî: Tevî ku ti zirareke girîng li sazgehê nebûye, lê ji bo misogerkirina ewlehiya karmend û dezgehên me yên karkirinê, karûbarên hilberînê bi demkî hatine sekinandin.
Kompanya û hevkarên wê hevahengiya tam ligel rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistana Êraqê û li ser astên herî bilind di piştgirîkirina li ser sozên ragihandinê yên rayedaran ji bo dadgehkirina tawanbaran piştrast kirin, û amaje bi wê yekê jî kirin ku ev êrîş bûye sedema şermezarkirineke berfireh a herêmî û navdewletî. Destnîşan kir ku ji bo xurtkirina rêkarên ewlehî û bergirî kampanî digel desthilatên hikûmetê dixebite.
Şermezarkirineke berfireh a navdewletî
Êrîşa li ser kêlgeha gazê ya Kormorê bû sedema bertekên berbelav, ji ber ku wezaretên derve yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îmarat û Yemenê û balyozên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Yekîtîya Ewrupa û nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Êraqê (UNAMI) jî êrîş şermezar kirin.
Li ser asta navxweyî, serokwezîrê Êraqê di civîna êvariya roja şemiyê 27ê Nîsanê de li Bexdayê di dema civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê de ragihand ku nîşan hatine dîtin ku dê bibe sedema girtina wan kesên ku dest bi êrîşa bi firokeya bê firokevan kirine. Li gorî ku Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê di daxuyaniyekê de duh, yekşemê ragihand.
Di demekê de ku hevpeymaniyê teqîna tawankar a ku kêlgeha Kormorê kiribû armanc şermezar kir, Serokwezîr ragihand ku îşaretên wan kesên ku têde hene hatine dîtin û got ku ew dê bên dadgehîkirin dema ku lêkolîn bi dawî bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

